Ji bo Kobaniyan banga zêdekirina alîkariyê

Ji bo Kobaniyan banga zêdekirina alîkariyê

Koordînasyona Navendî ya Rojava û Şengalê, ji bo Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyan koçî Pirsûsê kirine banga alîkariya ji bo demsala zivistanê kir. Endamê Koordînasyonê Huseyîn Yilmaz bang li her kesî kir ku bên Kobaniyên li ser sînor bibînin û drama ew dijîn fêm bikin.

Koordînasyona Navendî ya Rojava û Şengalê, ji bo Kobaniyan zêdeyî du meh in bi ruhê seferberiyê li Pirsûsê dixebite. Koordînasyon, alîkariya ji Ewropa, Tirkiye û çar parçeyên Kurdistanê tê, bi awayekî wekhev û organîzeyî li Kobaniyî û Şengaliyên koçber belav dike. Ji Koordînasyona Navendî ya Rojava û Şengalê endamê Meclîsa Partiyê û Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê Huseyîn Yilmaz pêdiviyên bingehîn û rewşa Kobaniyan ji ajansa me re nirxand.

Yilmaz ragihand ku piştî koçberiya Kobaniyan wan li Pirsûsê 5 wargehên ji konan ava kirine û niha jî amadekariya avakirina wargeha 6. a 8 heta 10 hezar Kobaniyî karibin lê bicih bibin, dikin. Yilmaz anî ziman ku xebatên binesaziyê ji bo wargehê hatine kirin û konên ji aliyê Heyva Sor ve hatiye şandin, li wargehê hatine bicihkirin. Yilmaz got, "Em hewl didin pêwîstiyên kobaniyan bi rêya koordînasyona navendî tedarik bikin. Heta niha pêwîstî bi betanî, sobe, kincan hebû. Niha gihaştine asteke. Ji niha û pê ve em dixwazin madeyên xwarinê yên bingehîn werin şandin. Di stokan de madeyên xwarinê gelekî kêm bûne. Pêwîstî bi alîkariya lezgîn heye."

Yilmaz da xuyakirin ku herî zede pêwîstî bi birinc, nok, fasûlî, rûn, zeytûn, penêr û mamayê zarokan heye û got, "Me bihîstin ku bi rêya saziyên cuda alîkarî tên komkirin. Ji bilî saziyên me ava kirine, bila gelê me alîkariyê nede ti deverên din. Koordînasyona me ava kiriye, pereyan kom nake. Bi giranî madeyên xwarinê. Em dixwazin alîkarî bi rêya koordînasyona me ya alîkariyê bên kirin." Yilmaz ragihand ku yên dixwazin ji bo Kobaniyan alîkariya pereyan bikin dikarin bi rêya hesabên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser navê Kobaniyan vekiriye bikin. 

Yilmaz bang li her kesî kir ku ji bo rewş û drama Kobaniyan bibînin û fêm bikin, bên ser sînorê Kobanê.