Ji bo Kobanê li Nantesê kon hat vedan

Ji bo Kobanê li Nantesê kon hat vedan

Li bajarê Fransa Nantesê, komek ji çalakgerên Kurdistanî, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana li Kobanê û raya giştî ya Farnsayê agahdar bike, li navenda bajêr kon veda.

Li konê ku li meydana Comersê hat vedan û wê sê rojan raya giştî bê agahdarkirin, dowîz û wêneyên hovîtiya DAIŞ'ê nîşan didin, hatin daliqandin. Wezîfedarên li binê kon, belavokên bi zimanê Fransî belav dikin.

Li gel ciwanan dayika Hûnê ya 80 salî jî di çalakiyê de amade ye û bang li tevahiya Kurdistanî û demokratan dike ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê hişyar û berpirsyar bin.