Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê desteka ji Fransayê

Bi armanca silavkirina berxwedana Kobanê, ku ji tevahiya cîhanê re bû mînak, li gelek welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

Bi armanca silavkirina berxwedana Kobanê, ku ji tevahiya cîhanê re bû mînak, li gelek welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

PARÎS

Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, bi hezaran kes li Meydana Bastîlle ya paytexta Fransa Parîsê civiyan û bi pankarta bi nivîsa "Kobanê ji bo mirovahiyê li be xwe da, ji nû ve avakirina Kobanê ji nû ve avakirina mirovahiyê ye" meşiyan.

Di meşê de li refên herî pêş gelek Şaredar, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên Partiay Çep, Partiya Komunîst, NPA û tevgerên din ên çep bi pankarta bi nivîsa "Kobanê ji bo mirovahiyê li ber xwe da, avakirina Kobanê avakirina mirovahiyê ye" meşiyan. Meşvan saet di 16:00 de gihaştin Meydana Repûblîqûe. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Tevgera Jinên Kurd Nûrsel Kiliç û li ser navê PYD'ê Xalid Îsa mafê axaftinê girtin.

Di mîtîngê de koma muzîkê ya Zazloûz, Hozan Sara, Sulyeman Çarnewa derketin ser dikê. Her wiha Kolektîfa Jinê ya Piştgiriyê bi Kobanê re, Navendên Civaka Demokratîk ên Evry, Vîlleneûve, Drancy û FEDA'yê stant vekirin. Mîtîng saet di 18:30 de bi dawî bû.

METZ

Li mezintirîn bajarê herêma Lorraîne Metzê, di çalakiya ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê de tevî endamên partiya çep a Fransayê zêdeyî 200 kes amade bûn. Alîkara Şaredarê Metzê Nathalîe De Olîvera li vir aixvî û bal kişand ser girîngiya berxwedana jinên Kurd a li dijî barbariyê. Olîvera diyar ir ku ew ê ji niha û pê ve jî li cem berxwedanê cih bigirin.

BORDEAÛX

Bajarekî din ê Fransayê ku çalakiya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê lê hat lidarxistin, Bordeaûx bû. Di meşa li bajêr de tevî endamên navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Partiay Antî Kapîtalîst a Nû (NPA) komeleya bi navê Assocîatîon Georges Îbrahîm Abdallah, tevgera Enseble û endamên tevgera sosyalîst û çep amade bûn.

Bi qasî 700 kes beşdarî meşa bi dirûşmeya 'Kobanê ji bo mirovahiyê li ber xwe da, divê mirovahî jî Kobanê ava bike' hat lidarxistin bûn.

Girseya gel a bi qîrîna dirûşmeyan heta Place de la Comedîe meşiya, li vir deqeyek rêz girt. Endamên navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bordeaûxê yên li vir mafê axaftinê wergirtin, banga piştgiriya ji bo Kobanê kirin.

MONTPEÎLLER

Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li bajarê Montpellîer ê li başûrê Fransayê, bi beşdariya gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên Fransayê û partiya çep, çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a li Montpellîerê, li Meydana Comedîe ya li navenda bajêr pêk hat. Di belavokên li vir hatin belavkirin de bal hat kişandin ser têkoşîna YPG û YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê. Çalakiya ku sê saetan dewam kir, bi gerandina govendê li ber stranên li ser Rojava, bi dawî bû.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse, bi heman armancê meşek hat lidarxistin û li Meydana Capîtolê saet di 15:00 de ji bo bîranîna cangoriyên di vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê Konfederasyona Sendîkayên Karê Giştî ya Fransayê (CGT) laûrent Roûsso li vir peyivî û diyar kir ku ji ber astengiyên Tirkiyeyê xebatên wan ên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê gelekî hêdî dimeşin. Roûsso destnîşan kir ku Kobanê ji bo mirovahiyê şer kir û niha jî wezîfeya mirovahiyê ye ku Kobanê ji nû ve ava bike.

Ji Partiya Antî Kapîtalîst a Nû (NPA) Jann Sîmpson jî da xuyakirin ku berxwedana Kobanê hêvî mezin kiriye û veguheriye hêviya hemû bindestan.

Marche Mondiale Femmes (MMF-Meşa Jinê ya Cîhanê) jî li vir peyamek xwend û destnîşan kir ku ew li cem berxwedana gelê Kurd cih digirin, ji ber ku ev berxwedan berxwedana demokrasî û mirovahiyê ye. Di peyamê de hat gotin, "Ya ku îro dikeve ser milê me, xwedîderketina li vê modela mirovahiyê û ji nû avakirina Kobanê ye."

LYON

Li bajarekî din ê Fransayê li Lyonê jî meşek bi heman armancê hat lidarxistin. Girseya gel a danê êvarê li Place Terraûxê civiya, heta Place Bellcoûrê bi meşaleyan meşiyan.

Li vê derê, nûnerê Navenda Çanda Mezopotamyayê axivî û girîngiya berxwedana Kobanê vegot. Tevî Kurda, Partîzan, Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Bloc Roûge (Bloka Sor) û hin komên anarşîst jî beşdarî çalakiyê bûn.

...