Berdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altan, Sekreterê Giştî yê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz û Cîgira Seroka Giştî ya EMEP’ê Şukran Dogan, greva birçîbûnê ya ku îro 50 siyasetmedarên Kurd li Amedê destpê kirin, ji ANF’ê re nirxandin.
ALTAN: JI BER AGAHÎ JI OCALAN NAYÊ GIRTIN, AŞTÎ PÊK NAYÊ
Berdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altan diyar kir ku pêwîst e îhtîmalek herî biçûk a wê tevkariya aştiyê bike jî neyê paşguhkirin, got; “Qasî serê derziyê jî heviya aştiyê hebe, ew luksa me nîne ku em xwe jê dûr bigirin.”
Altan destnîşan kir ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û diyalog pêk nayên, ev jî li ber aştiyê astengek mezin e, wiha pê de çû; “Pir eşkere ye ku hevdîtina bi Ocalan re hêviyek biçûk a aştiyê jî ava bike, em nikarin dest ji vê berdin. Piştî 7’ê Hezîranê atmosferek wiha hate afirandin ku tu dibêjî qey qenalên siyasetê vekirîne û yên aştiyê naxwazin HDP û Kurd in. Ev ne nirxandin mantiqî ye. Eger qenalên siyasetê vekirîba, çima ev bê redkirin? Eger hê jî mirov canê xwe datîne holê û dibêjin aştiyê, divê nêzîkatiyek baldarî çêbibe. Em wek Bloka Aştiyê dibêjin ku hûn dikarin li dijî Ocalan bin, lê ti luksek me nîn e ku tevkariyek her biçûk a ku Ocalan bi aştiyê re bike jî em red bikin. Eger kî vê red dike, ev ji xwîn û şer xwe xwedî dike.”
TAHMAZ: DIVÊ BI LEZGÎNÎ DAXWAZ LÎ BER ÇAV BÊN GIRTIN
Ji Weqfa Aştiyê Tahmaz, diyar kir ku daxwaz heta dawiyê mirovî û qanûnî ne û wiha got: “Divê bi lezgînî ev li ber çavan bên girtin.”
Tahmaz destnîşan kir ku di warê mafê mirovî de çalakiya greva birçîbûnê rast nabîne û wiha anî ziman: “Li wir rewşekî li dersiyasî diqewime. Divê bi lezgînî bi rêya kes an jî parêzer li gel Ocalan hevdîtin pêk were. Ev daxwaz di rojekê de hema derneket. Divê daxwazên greva birçîbûnê li ber çavan bên girtin.”
Tahmaz bal kişad ser îdîayên têkildarî hewldana piştî darbeyê ya li ser Îmraliyê û wiha got: “ Li wir çi bûye kes nizane, lê rewşeke ku fikarên zêde dike heye. Ji bo gireva birçîbûnê biz û dawî bibe divê fikar li ber çavan bê girtin. “
DOGAN: DIVÊ BI OCALAN RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN, RÊYA MUZAKEREYAN BÊ VEKIRIN
Cîgira Seroka Giştî ya EMEP’ê Dogan, ragihand ku domandina tecrîda li ser Ocalan tê wateya konsepta şer. Dogan wiha anî ziman: “Sedema bingehîn a ku siyasetmedarên Kurd ber bi gireva birçîbûnê biriye; bidawîkirina şer û parastina aştiyê ye, hem jî ji bo têkildarî rewşa Ocalan ku weke Rêberê Gelekî tê dîtin agahî bê girtin û hevdîtin pêk werin. Me hêvî dikir ku gireva birçîbûnê nehatiba kirin, hem jî bûyerên îro diqewimin nebûna. Lê mixabin şert û mercan rewş anî vê yekê. Divê malbat û heyetek bi lezgînî hevdîtinê li gel Ocalan pêk bînin. Ev yek wê hem fikarên gel derbas bike hem jî dibe ku rêya aştiyê û muzkereyê bide vekirin.”