'Ji bo hesap ji AKP'ê bê pirsîn divê hilbijêrên li Fransayê biçin ser sindoqan'
Hevserokê CDK-F Rustem Ozay bang li hemû hilbijêrên li Fransayê dijîn kir, ku li benda 25'ê Cotmehê nemînin, biçin ser sindoqan û got, "Ancax bi vî rengî em dikarin xwe ji faşîzma AKP'ê rizgar bikin."
ANF
PARÎS
pêncşem, 22 kewçêrê 2015, 11:30
Hevserokê CDK-F Rustem Ozay bang li hemû hilbijêrên li Fransayê dijîn kir, ku li benda 25'ê Cotmehê nemînin, biçin ser sindoqan û got, "Ancax bi vî rengî em dikarin xwe ji faşîzma AKP'ê rizgar bikin."
Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê (CDK-F) Rustem Ozay da xuyakirin, ku ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê, ev demeke dirêj e ew li gelemperiya Fransayê xebateke berfireh dimeşînin, lê belê encamên heta niha derketine holê, ne li gorî daxwaz û bendewariya wan e. Rustem Ozay diyar kir ku ji ber vê yekê wan li Fransayê seferberiya dengdayînê îlan kirine û got, "Dengên ku heta niha li Fransayê hatine bikaranîn, ne di asta daxwaza me de ne. Lewma me niha li gelemperiya welêt seferberiyek îlan kirine. Girîng e gelê me nekeve nava xemsariyê û di zûtirîn demê de biçe ser sindoqan. Divê em ne tenê mesûlê dengê xwe bin, di heman demê de ji dengê hevser, dost û cîranên xwe jî berpirsyar bin. Pêwîste her kes bi awayekî şexsî jî bixebite, tavilê biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Dema me kêm maye. Lewma bang li gelê me dikim: Dengdayînê ji rojên Şemî û Yekşemê re nehêlin. Divê di nava hefteyê de deng were bikaranîn, ji ber ku dem kêm e. Li dijî dîktatorî û faşîzma AKP'ê divê em dengê xwe bi kar bînin. AKP ji bo dîktatoriya xwe Tirkiye veguherandiye gola xwînê. Alternatîfa li dijî vê HDP ye. Aştîxwaz, ciwan, mirovên ji nêrîn û olên cuda, pêwîste xwedî li HDP'ê derkevin û tavilê biçin dengê xwe bi kar bînin."
'DIVÊ HER KES BIÇE SER SINDOQAN
Ozay ragihand, ku AKP'ê xwe li têkçûna 7'ê Hezîranê ranegirtiye, lewma li dijî Kurdan dest bi şerekî topyekûn kiriye û got, "Ji ber têkçûna li Kurdistanê AKP ji bo tolê hilîne, her derê dişewitîne, hildiweşîne, bi polîsên xwe re komkujiyê dike, bombeyan li ser şehîdegehan dibarîne, ciwanan qetil dike, bedenên tazî li nava kolanan li pişt panzeran bi erdê re dikişîne. Di mîtîngên me de bombeyan diteqîne û dixwaze bi gefan re gelê me çavtirsandî bike. Tevî van hemûyan jî gelê me teslîm nabe û li her qadê li ber xwe dide. Em jî weke Kurdistanî û Tirkiyeyiyên demokrat ên li Fransayê dijîn, divê li pêşberî van komkujiyan bêdeng nemînin û bi dengdayînê re bersivê bidin. Pêwîste her kes bi hesasiyeta 'dengê min wê aştiyê bîne, dengê min wê Erdogan ê faşîst bisekinîne' dengê xwe bi kar bîne. Ancax bi vî rengî em dikarin ji AKP û Erdogan ê faşîst, rizgar bibin."