Ji bo Gulîzar Kaytan wê li Essenê merasîma bîranînê pêk bê

Ji bo Gulîzar Kaytan wê li Essenê merasîma bîranînê pêk bê

Gulîzar Kaytan ku duh li navçeya Ereglî ya Konyayê jiyana xwe ji dest da, wê sibê li Dêrsimê bispêrin axê. Wê ji bo Kaytana ku ji sala 1996’an ve li bajarê Essena Elmanyayê dijiya, merasîmeke bîranînê li Essenê bê lidarxistin.

Şahida dîroka zindî ya Dêrsimê û dayika yek ji damezrênerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan Gulîzar Kaytan ku yek ji şahidên komkujiya Dêrsimê bû, duh li navçeya Ereglî ya Konyayê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gulîzar Kaytan wê sibê li Dêrsimê bispêrin axê.

Li aliyekî din, hate ragihandin ku wê ji bo Gulîzar Kaytan li bajarê Essena Elmanyayê çalakiyeke bîranînê bê lidarxistin. Keça Kaytan Ferîde Kaytan û tevgera jinên Kurd li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NAV-DEM)  a Essenê sersaxiyê qebûl dikin.

Îro jî tevahiya rojê tevî siyasetmedarê Kurd bi sedan kes çûn sersaxiya Kaytan. Piştî ku cenazeyê Kaytan li Dêrsimê bispêrin axê, wê li Essenê merasîmeke bîranînê bê lidarxistin. Merasîm wê sibê saet di 14.00 de li navnîşana “Am freistein str 50 45141 Essen” pêk bê.