Ji bo Gulîzar Kaytan serdanên sersaxiyê li Essenê tên qebûlkirin
Ji bo Gulîzar Kaytan serdanên sersaxiyê li Essenê tên qebûlkirin
Ji bo Gulîzar Kaytan serdanên sersaxiyê li Essenê tên qebûlkirin
Ji bo Gulîzar Kaytan, li bajarê Elmanya Essenê serdanên sersaxiyê tên qebûlkirin.
Ji şahidên komkujiya Dêrsim 38'an û diya yek ji kadroyên pêşeng ê tevgera PKK'ê Alî Haydar Kaytan Gulîzar Kaytan, ku demeke dirêj li bajarê Elmanya Essenê dijiya, duh danê sibê li navçeya Konya Eregliyê, li mala keça xwe ji nişka ve nexweş ket û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Gulîzar Kaytan, wê ji bo veşartinê bişînên warê wê Dêrsimê.
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Essenê jî, ku Kaytan lê dima, serdanên sersaxiyê tên qebûlkirin. Serdanên sersaxiyê yên duh danê sibê destpê kirin, îro jî wê dewam bikin. Serdanên sersaxiyê li vê derê ji aliyê keça Kaytan Ferîde Kaytan û nûnerên Tevgera Jinên Kurd ve tên qebûlkirin. Siyasetmedarên Kurd, rêveberên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ên li bajarên derdorê hatin serdanê û sersaxiya malbatê kirin.