Ji bo girtiyên nexweş li hev civiyan: Rewşa wan giran e!

Di çalakiyên li Stenbol û Enqerê de bal hate kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş Ramazan Kiran û Veysel Avûnan û wiha hate gotin; “Divê demildest werin berdan.”

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dîsa xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. Lê di hefteya 407’an de dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Komîsyon li ser astengiya polîsan derbasî ber avahiya ÎHD'ê bûn û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên komîsyonê wêneyên girtiyên nexweş rakirin û pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan" û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin." berz kirin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Mehmet Acettin, bal kişand ser Nebî Îlhan ê 74 salî ku şevê din li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Em ji malbata Îlhan û xizmên wî re sersaxiyê dixwazim. Li girtîgehan her ku diçe pirsgirêk zêde dibin. Li girtîgehan gelek nexweşî derketin holê. Mafê wan ê dermankirinê tên astengkirin. Tevî ketiye qomayê dîsa birin girtîgehê.' 

Acettîn, anî ziman ku girtiyê nexweş Veysel Avunan  2 sal berê hat girtin û rastî 6 sal û 3 meh ceza hat. Ji 15'ê Îlona 2017'an heta niha girtî ye. Li Girtîgeha Tîpa T a Çewlikê bi nexweşiya zaturreyê ketiye. Piştre bi nexweşiya menenjitê ket. Ji bo dermankirinê şandin Xarpêtê. Beyî teşhîs bikin birin Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê. Li vir heta ji ser xwe çûye derman nekirine. Piştî ji ser xwe çû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê. Ji wir jî rakirin Nexweşxaneya bajar a Qayseriyê. 21 rojan li Qayseriyê di beşa qomayê de ma. Hişê wî ne li serê wê bû. Tevî ku di qomayê de bû dîsa rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê. Tevî ku bijîşk rapora 'Divê 12 mehan li nexweşxaneyê bimîne" da jî ew ji qomayê derxistin û birin nexweşxaneyê. Gotin 'Dermanê tu dixwe, tu dikare li girtîgehê jî bibîne' û Veysel Avunan dîsaşandin Girtîgeha Tîpa T a Çewlikê. Piştî Avunan demekê li Çewlikê ma û rewşa wî giran bû dîsa şandin Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê."

 Acettin, xwest Veysel Avunan serbest bê berdan û li derve bêdermankirin û wiha got: "Em wekî parazvanên mafên mirovan di şexsê Veysel Avunan de dixwazin hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan."

 Komê bi dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" û “Bila Veysel Avunan serbest bê berdan" berz kirin û dawî li çalakiyê anîn.

ENQERE

Înisîyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 279'emîn de, li ber Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê çalakî li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ramazan Kiran ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolû tê girtin. Endama Lijneya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, daxuyanî da û wiha axivî: “Dayika girtiyê nexweş Kiran li Edenê dijî û ji sedî 98 astengdare û di nava cihan deye. Dayika Kiran ji ber vê nikare biçe girtîgeha Bolû û kurê xwe ziyaret bike.”

Çevîrmen, diyar kir ku tekane daxwaza girtiyê nexweş Kiran ewe ku berî bimire dayika xwe bibîne û wiha bilêv kir: “Kiran gelek caran ji bo ku sewqî girtîgeheke nêzî malbata xwe bê kirin, serî li Wezarea Dadê da. Lê bi tu awayî bersiveke erênî ji bo Kiran nehat dayîn.”

Çevîrmen, da zanîn ku gelek nexweşiyên Kiran hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Demildest divê tedawiya Kiran bê kirin. Lazime mexdûriyeta Kiran a ku nikare malbata xwe bibîne ji holê bê rakirin. Ji bo ku girtiyên nexweş karibin bi awayekê rehet malbatên xwe bibin divê derfet ji bo wan bên avakirin. Ji ber vê em dixwazin demildest Kiran sewqî girtîgeheke nêzî malbata wî bê kirin.”