Ji bo girtiyê nexweş Kûday ji AYM û Wezareta Edaletê re serlêdan hate kirin

Ji ber rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweşê giran Abdulkadîr Kûday ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Wezareta Edaletê re serlêdan hate kirin.

Parêzerê Abdulkadîr Kûday ku Kûday li  Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê rehîngirtin, xwest ku cezayê Kûday di çarçoveya ‘efûya Sorokkomariyê’ de were kêmkirin an jî înfaza wî bi temamî were betalkirin. 

Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku Kûday nikare li gorî şert û mercên girtîgehê jiyana xwe bidomîne û jiyana wî di talûkê de ye.

Li gorî rapora tenduristiyê ya Kûday nexweşiya Kûday a mejîyî her ku diçe zêdetir dibe û nikare di şert û mercên girtîgehê de tedawiya xwe bibîne.

Li gorî rapora Nexweşxaneya  Bajêr a Dr. Îsmaîl Fehmî Cumalioglu ya Tekîrdagê, Kûday nikare li girtîgehê bimîne û di raporên dawî de jî tê ragihandin ku Kûday nikare pêdiwiyên xwe yên rojane bi cih bîne. 

Her wiha tevî rapora Saziya Tiba Edlî ya 22’yê Tîrmehê jî Kûday nehate tehlîyekirin û di 22’yê Tebaxê de Kûday ji ber tengasiya nefesê rakirine nexweşxaneyê û pişte hatibû diyarkirin ku jiyana wî di talûkeyê de ye. 

Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku mafê jiyana Kûday tê binpêkirin û serlêdan bi daxwaza taloqkirina cezayî û tehlîyekirina Kûday bi dawî dibe.