Ji bo gerîlayê HPG’ê Demîr li Wanê mewlûd hat dayîn
Di salvegera wefata gerîlayê HPG’ê Hozan Demîr (Azad Colemêrg) ê li Şengalê di pevçûnek li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabû mewlûd hat dayîn.
Di salvegera wefata gerîlayê HPG’ê Hozan Demîr (Azad Colemêrg) ê li Şengalê di pevçûnek li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabû mewlûd hat dayîn.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Hozan Demîr ê 14’ê Mijdarê 2014’an li Şengalê di pevçûnek li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabû, li mala Taziye ya Cevdet Paşa mewlûd hat dayîn. Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Wanê Veysî Dîlekçî, Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Bajarê Wanê Munîr Aras, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî, Bavê Demîrê gerîlayê HPG’ê Îsmaîl Demîr, Rêveberên Rêxistinên HDP-DBP yên Bajarê Wanê, Rêveberên MEYA-DER’ê yên Wanê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên KJA û Rêxistinên HDP-DBP ên Bajar û Navçeyê tevlî mewlûdê bûn.
Ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê deqeyekê rêz hat girtin, piştre mafê axaftinê Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî wergirt û wiha got: “Em deyndarê tevahî şehîdên xwe ne ku di oxira Kurdistanê de berdêl dane. Pêwîst e em li bîranînên wan xwedî derkevin. Ji bo vê jî divê em yekîtiya xwe hê bêhtir xurt bikin.”
Bavê gerîla Demîr, Îsmaîl Demîr diyar kir ku di salvegera yekemîn a şehadeta kurê wî de azadkirina Şengalê ji bo wan şadiya herî mezin bû. Demîr diyar kir ku tevahî egîdên Şengal azad kirin bi rêzdarî silav dike û banga yekîtiyê li her kesî kir.