Ji bo gerîlaya PKK’ê Kaya mewlûd
Ji bo gerîlaya PKK’ê Kaya mewlûd
Ji bo gerîlaya PKK’ê Kaya mewlûd
Taziyeya ku ji bo gerîlaya PKK’ê Hanim Kaya (Dîlan) a di sala 1994’an de li çiyayê Gabarê di şerekî de jiyana xwe ji dest da, hatibû danîn bi mewlûda ku hat xwendin bi dawî bû.
Ji bo gerîlaya PKK’ê Hanim Kaya bi nasnav Dîlan a di sala 1994’an de li çiyayê Gabarê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê ve li Taxa Dîcle ya Nisêbînê Pêncşema borî taziye hatibû dayîn û bi rojan gel ji bo serdanên sersaxiyê çûn cihê teziyeyê. Duh jî di nav de Hevserokên Rêxistina Nisêbînê Abdulbarî Eren û Zînet Algat, Endamê Meclîsa Partiyê yê BDP’ê Fesîh Ozel, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Hevseroka Bajarê Dîlokê Semra Şansal, endamên MEYA-DER hebûn bi sedan Kurdistanî çûn serdana sersaxiyê. Di serdanê de ku sersaxî ji malbatê re hat xwestin, ji aliyê malbatê ve ji bo gerîla Dîlan mewlûd hat xwendin.
Piştî mewlûdê taziye hat bi dawîkirin.