Ji bo Efrînê li Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin
Li bajarên Bonn û Mînden ên Elmanyayê, planên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê hatin şermezarkirin.
Li bajarên Bonn û Mînden ên Elmanyayê, planên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Bonn ê Elmanyayê, Kurdistaniyan ji Frîedenplatzê dest bi meşê kirin û li Markplatzê mîtîngek lidar xistin.
Çalakî ji aliyê PYD Bonn, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Sara ve hate organîzekirin. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şoreşgerên li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin. Her wiha alên PYD'ê hatin hildan û dirûşmên "Dîktator Erdogan", "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Efrînê hatin qîrîn."
Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axivî û Dr. Abdurrahman Qasimlo yê ji aliyê dewleta Îranê ve hate kuştin û berxwedêrên zindana Amedê yên 14'ê Tîrmehê bi bîr anî.
Koç bal kişand ser êrîşên li hemberî Efrînê û got, "Dewleta Tirk çawa ku li Kobanê têk çû, wê li Efrînê jî têk biçe."
Nûnerê PYD-Bonnê Salah Çawiş jî got, "Me li Efrînê timî li ber xwe dan, em li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin."
MÎNDEN
Li bajarê Mînden ê Elmanyayê jî, bi pêşengiya PYD'ê û bi tevlîbûna 200 kesî mîtîngek hate lidarxistin.
Nûnerê PYD'ê û Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bîelefeldê di mîtîngê de axivîn û planên Tirkiyeyê yên dagirkeriyê şermezar kirin. Di axaftinan de berpirsyariya Kurdên li Ewropayê ya ji bo gelê Efrînê hate bibîrxistin.