Ji bo Efrînê li Bonnê çalakî, li Viyanayê jî hevdîtin

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li hember Efrînê didomin. Li bajarê Elmanya Bonê Kurdistaniyan çelenga reş danî ber sefareta Rûsyayê û li Viyanayê jî bi wezareta karê derve Dr. Karîn Knessl re hevdîtin pêk anîn.

Kurdistaniyên li hember Rûsyayê ku ji dewleta Tirk re qada hewayî vekir, nerazîbûn nîşan dan û li bajarê Elmanya Bonnê çelengeke reş danîn ber sefareta Rûsyayê.

Li bajarê Elmanya Bonnê komek Kurdistanî li taxa Godesberg çelengek reş danîn ber sefareta Rûsyayê. Kurdistaniyên li Bonn-Meckenheim û Troisdorfê dijîn ji ber ku ji Tirkiyê re qada hewayî vekir û dagirkirina Tirkiyê bi vî awayî erê kiriye Rûsya protesto kirin. Piştî ku Kurdistaniyan çelenga reş danî ber sefareta Rûsyayê ya li Bonnê, dosyayek jî radestî rayedarê sefaretê kirin. Di dosyayê de nerazîbûnên gelê Kurd ên ji Federasyona Rusyayê cih digirtin û ji Rusyayê hat xwestin ku di cih de di kêmasiyên dike de paş ve gavê bavêje. Di daxuyaniya hat dayîn de bal kişandin ser nêzîkatiya Rûsyayê ya ji Komara Kurd a Muhabadê re û hat diyarkirin ku heman şaşitî li hember Efrînê tê kirin. Bang li Rûsyayê hate kirin ku ji tifaqa xwe ya bi Erdogan re biqere. Çalakî bi dirûşmeyên "Her der berxwedan, her der Efrîn", "Duh Kobanê îro Efrîn" û "Bijî piştgiriya enternasyonal" bi dawî bû.

VIYANA

Li Viyanayê jî heyetek li ser navê Kurdistaniyên li Awusturyayê dijîn hevdîtinek bi wezîra karê derve ya Awusturya Dr. Karîn Knessl re pêk anî.

Di hevdîtinê de êrîşên dagirker ên li hember Efrînê, binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, zextên li hember HDP û DBP'iyan hatin nîqaşkirin, li ser navê civaka Kurd Huseyin Akmaz tevlî hevdîtinê bû.

Huseyîn Akmaz xwest ku ev mijar têkeve rojeva Neteweyên Yekbûyî, Teşkîlata Hevkariya Ewlekariya Ewrûpayê AGÎT ku Awusturya jî endamê wê ye, Konseya Ewrûpayê û Parlamentoya Ewrûpayê. Wezîra karê derve Karîn Knessl jî diyar kir ku van mijaran ji nêz ve dişopîne û di van platforman de ew van tiştan tîne  ziman.