Zêdeyî du sed kes li meydana Alte Synagoge li hev civiyan û bi qîrîna dirûşman ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Bi navê girseya gel li nava sûkê daxuyanî hate dyain. Bêdengiya raya giştî ya navneteweyî û hêzên siyasî ya li pêşberî dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.
Girseya gel piştî daxuyaniyê li meydana Alte Synagoge vegeriya û ji bo greva birçîbûnê ya roja Duşemê li Strasbourgê dest pê bike banga tevlîbûnê kir.