Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê, kampanyayên alîkariyê yên li welatên Ewropayê dewam dikin, roj bi roj zêde dibin. Komeleya bi navê Kîwanîs a ku li Fransayê ji bo zarokên nikarin biçin dibistanê alîkariyê dide çêkirina dibistanan, biryar da ku ji bo zarokên Kobanê alîkariyê bike û ji bo çêkirina dibistanê bixebite.
Şaxê Kîwanîs ê bajarê Thîonvîlle tevlî kampanya dibistanê ya ji bo zarokên Kobanê bû, ku ev kampanya ji aliyê saziyeke bi navê Help Kobanê ya Hollandayê ve hatiye destpêkirin. Komeleyê biryar da ku di destpêkê de alîkariyek ji 1000 Euro bişîne.
Huseyîn Salîh Dûrmûş, xebatên kulûba bi navê Kîwanîs-Thîonvîlle yên ji bo destekkirina Kobanê bibîr xist û bal kişand ser wateya alîkariya destpêkê ya kulûba wan. Dûrmûş da xuyakirin ku bi aktîvîteyên cuda re ew alîkariyê didin pêwîstiyên komeleyên alîkariya zarokan û destnîşan kir, ku alîkariya ji bo Kobanê jî ew di vê çarçoveyê de girîng dibînin.
Dûrmûş diyar kir ku divê aksiyon tenê ji aliyê madî ve neyê nirxandin û got, "Ev xebata ji aliyê Komîteya ji nû ve avakirina Kobanê ve hatiye destpêkirin, ji bo me gelekî girîng e. Dema ev yek Kobanê be û têkoşîna gelê Kurd a li hemberî barbarên DAIŞ'ê bê nirxandin, hingî ev yek gelekî girîngtir e."