Ji bo Dersimê bang hate kirin: Bêdeng nemînin
Rêxistinên Dersim û Elewiyan bal kişandin ser êrîşên AKP'ê yên li ser Dersim û xwezaya wê û ji bo Dersimê banga xwedîderketinê li her kesî kirin.
Rêxistinên Dersim û Elewiyan bal kişandin ser êrîşên AKP'ê yên li ser Dersim û xwezaya wê û ji bo Dersimê banga xwedîderketinê li her kesî kirin.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk, Civata Jinûve Avakirina Dersimê, Komeleya Dij bi Qirkirina Dersimê, Komeleya Kurmeşiyan, Komeleya Koçgiriyan, Hewldana Mereşê, li ser êrîşên dewletê yên li Dersimê daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, zîhniyeta ku ziyaretgeh, goristan û qadên pîroz bombe dike, hevşaredarên bi dengê gel hatine ser wezîfeyê girtiye, xwezayê talan dike, baweriyan qetil dike û mîna ku qîma xwe bi vê nîne, radibe qirkirina siyasî dike.
Saziyan destnîşan kirin, ku ev zîhniyeta Nemrûdî ne tenê saziyên li Dersimê dagir kiriye, her wiha polîtîkayeke welê dimeşîne ku dixwaze Dersimê û xwezaya Dersimê bi temamî ji zindiyan xalî bike.
Di daxuyaniyê de, ev yek weke êrîşa li dijî hemû nirxên hevpar ên Elewiyan hate binavkirin û hat gotin, "Şewatên li daristanan tên derxistin û valakirina gundan, bi ti awayî ne yên qebûlkirinê ne. Eşkere ye ku şewata bi rojane li daristanan dewam dike ji aliyê yekîneyên leşkerî ve bi zanebûn hatiye derxistin. Her wiha eşkere ye ku ev şewat bi bombeyên şewatê yên ku di hiqûqa şer a navneteweyî de hatine qedexekirin, hatiye derxistin. Dewleta AKP'ê dixwaze li Dersimê têkiliya gelê me bi xwezayê bi temamî bibire. Ev rewş ne ya qebûlkirinê ye."
'WEZÎFEYA ME HEMÛYAN E'
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku bêdengiya li pêşberî vê yekê tê wateya hevkariya li komkujî û talanê û hat gotin, "Di serî de rêxistinên hawirdorparêz, hemû mirovên ji baweriya me ya qedîm, sazî û her kesên ji nirxên însanî bawer in, divê bêdeng nemînin. Şewata ku li Dersimê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye derxistin, destûr nayê dayin ku gelê me vemirîne. Wezîfeya me hemûyan e ku em nirxên me yên qedîm, çiya, kevir û hemû zindiyên li herêmê biparêzin. Ev yek wezîfeyeke wijdanî ya her kesî ye."