Ji bo Bradley Manning Xelata Aştiyê
Ji bo Bradley Manning Xelata Aştiyê
Ji bo Bradley Manning Xelata Aştiyê
Rêxistina Aştiyê ya herî kevin a Cîhanê “Buroya Aştiyê ya Navneteweyî” (IPB), wê di rojên 13-15’ê Îlonê de li paytexta Swêd Stocholm’ê konferansek 3 rojan lidar bixe.
Di konferansê de wê dagirkeriya li ser Iraq, Efganîstan û destwerdaneke gengaz a li Sûriyê bê nîqaşkirin. Di konferansê de, parêzvana mafên mirovan û mafên jinan Jody Williams a DYE'yî ya ji ber têkoşîna xwe ya ji bo qedexekirina mayinan di sala 1997'an de hêjayî Xelata Nobelê hat dîtin, Mairead Maguire ya ji ber hewldanên xwe yên ji bo pêkhatina aştiyê li Bakurê Îrlandayê hêjayî Xelata Nobelê ya sala 1976'an hat û aktîvîstê Japon ê ji bo qedexekirina çekên nukleerî têdikoşe û gelek caran ji Xelata Aştiyê ya Nobelê re namzet hat nîşandan, dê weke axaftvan amade bin.
Xelata Aştiyê a IPB ya îsal, wê ji leşker Bradley Manning re li Dêra Immanuel bê dayîn ku Manning belgeyên DYE’ê di Wikileaks’ê de belav kiribû û bi 35 salan cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.
Li gel semîner û panêlan, dê li Muzeya Nobelê ya li Stockholmê pêşengeke wêneyan a bi mijara aştiyê jî bê nîşandan.