‘Ji bo azadiya rojnamegeran em mil bidin hev’

Rojnamegerên Li  Derve ji bo daxwaza ku bila hempîşeyên wan ên girtî serbest werin berdan li Kadikokê çalakiyek li dar xistin.

Înîsiyatifa Rojnamegerên li Derve bi armanca piştevaniya Rojnamegerên girtî, bi silogana "Ji bo edaletê were, were azadiya xwe" li Qada Mehmet Ayvalitaş a Kadikoyê kom bûn û meşiyan. Rojnameger Heta Peykerê Ga meşiyan. Rojnamegeran bi destê hev girtin û pankarta "Ji Rojnamegeran re azadî" vekirin. Di meşê de parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, Parlamenterê CHP'ê Alî Şeker, Bariş Yarkadaş,  Rojnameger Ertûgrûl Mavîoglû, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îş Genelê Faruk Eren jî amade bûn. Di meşê de dirûşmeyên "Hema niha edalet" û "Hema niha azadî" berz kirin. Di meşê de wêneyên rojnamegerên girtî jî hildan û dowîzên "Çapemeniya azad, welatê azad" û "Rojnamegerî ne sûc e" rakirin.

‘JI BO EDALET Û AZADIYÊ DEST BIDIN HEV’

Piştî meşê li ser navê rojnamegeran Rojnameger Gulşah Karadag daxuyanî da. Karadag, diyar kir ku ew carek din ji bo edalet û azadiyê li hev kom bûn û wiha got: "Me dest da hev û mil da mil û em meşiyan. Ji ber hevalên me perdeya li pêş heqîqetê çirandin û avêtin, Îro girtî ne. Em bi hebûna wan serbilind in. Baş e em îro li vir in û baş e em îro bi hev re ne."

Karadag, destnîşan kir ku cihê ku rojnameger lê girtî bin û rojnameger ne azad bin tu kes jî ne azad e.

Karadag, bang li tevlêbûna rûniştina doza Ozgur Gundem û Cûmhûriyetê kirin û wiha got: "Me îro çawa dest da hev û em hatin vir em dê li pêş Edliyeya Çaglayanê ji dest bidin hev û tev li dozê bibin. Em ê ji bo berdana Înan Kizilkaya, Kemal Sancili, Ahmet Şik, Akın Atalay, Murat Sabûncû û Emre Îper û bi dehan rojnamegerên girtî bên berdan, dengê xwe bilind bikin."

Karadag xwest ji bo li dijî zordariyê destê xwe bidin hev bang li her kesî kir ku di 31'ê Cotmehê de tev li rûniştina doza Ozgur Gundem û Cûmhûriyetê bibin.