Ji bo azadiya Ocalan wê li Swîsreyê meşeke dirêj bê lidarxistin

Li Swîsreyê, bi şiyara 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' wê meşeke dirêj a 3 rojan bê lidarxistin.

Ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya Ocalan bê kirin, wê bi pêşengiya Navenda Civaka demokratîk a Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD), di navbera 2-4'ê Sibatê de bi dirûşma 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' meşeke dirêj bê lidarxistin. Meş wê 3 rojan bidome.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Swîsreyê dijîn, wê tevlî çalakiyê bibin. Meşa ku roja 2'ê Sibatê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest pê bike, wê di 4'ê Sibatê de li paytexta Swîsre Bernê biqede.

Di nava 3 rojên meşa dirêj de, wê li ser tecrîda şidandî û armanca çalakiyê dosya radestî saziyên navneteweyî û Swîsreyî bên kirin.

KOMÎTEYA AMADEKAR BANGA TEVLÎBÛNÊ KIR

Li ser navê Komîteya Amadekar a Meşê Salih Saglam banga tevlîbûnê kir. Saglam bal kişand ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav de ye û destnîşan kir, azadiya Ocalan sedema man û nebanê ya gelê Kurd e. Saglam banga tevlîbûnê li Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê kir û got, "Ji bo em pêşî li planên dewleta Tirk a mêtînger bigirin, ji bo destekê bidin berxwedana gelê Kurd û ya herî girîng jî ji bo azadiya Rêberê me, lazim e em tevlî meşê bibin. Em berxwedana xwe çiqasî geş bikin, em ê hê bêhtir nêzî azadiyê bibin."

Meşa dirêj wê roja 2'ê Sibatê li bajarê Cenevreyê, li Jardîn Anglaîsê saet di 11:00 de dest pê bike.