Girseya gel li ber stasyona trenê li hev civiya û heta ber avahiya Parlamentê meşiya.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK, PYD û PJAK'ê hatin hildan. Girseya gel dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Faşîst Erdogan", "Aştî li Kurdistanê" û "Em PKK'yî ne" qîriya.
Tevî serma û seqemê jî bi sedan jin, zarok û gelek dostên Kurdan ên Norwêcî beşdarî meşê bûn.
Piştî meşê, çalakger li ber avahiya Parlamentê mîtîngek lidar xist. Li ser navê UNGKURD Rojhat Algunerhan li vir axivî û bal kisand ser rewşa Ocalan. Algunerhan işaret bi rola Ocalan a ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn kir û got, "Em ciwan qebûl nakin ku serokê me di girtîgehan de be. Ji bo azadiya serok çi ji destê me bê em ê bikin." Algunerhan her wiha bang li ciwanên Kurd û Norwêcî kir, ku beşdarî meşa ji bo Ocalan a 18'ê Sibatê ya li Osloyê bibin.
Aktîvîst û sosiyalantropolog Aksel Rudî jî li vir axivî û bal kişand ser rola Ocalan ji bo aştiyee mayînde. Aksel Rudî got "Eger dewleta Norwêcê bi rastî jî çareseriyeke aştiyane dixwaze ji bo Tirkiye, Sûriye û herêmê, navnîşana vê Birez Ocalan e. Ji ber ku em îro dibînin, sîstema demokratîk a li Rojava, bi proje û ramanên Ocalan pêk hatiye." Rudî da xuyakirin, ku Ocalan gelek caran hewl daye aştiyeke mayînde pêk bîne û got, "Lê dewleta Tirk her tim bi hîleyan Kurd xapandiye. Ji ber vê yekê rola Ocalan girîng e û pêwîste Birêz Ocalan bê berdan."
Li ser navê rêxistina Solidaritet med Kurdistan, dostê gelê kurd Arnjolt Ask jî axivÎ û diyar kir, rewşa Tirkiyeyê ya bi serkêşiya Erdogan li pêş çavan e. Ask da xuyakirin, ku dewleta Erdogan her roj nûnerên gelê Kurd digire û şaredariyên Kurdan bi rengekî antî demokratîk desteser dike. Ask bang li hkiûmeta Norwêcê kir, ku ji bo azadiya Ocalan û parlamenterên Kurd gavekê bavêje û got, "Ji ber ku Norwêc û Neteweyên Yekbûyî PKK'ê weke rêxistineke terorê qebûl nekin, Norwêc dikare bi roleke mezin rabe."
Mîtîng bi strana "Ez Ocalan"im" a bi dengê Welat Kobanê bi dawî bû.