Ji bo Azadiya Ocalan li Ewropa çalakî hat lidarxistin
Bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li bajarê Zurich, Strasburg û Kopenhagê tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin. Çalakgeran ji Ocalan re azadî xwestin.
Bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li bajarê Zurich, Strasburg û Kopenhagê tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin. Çalakgeran ji Ocalan re azadî xwestin.
Bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li pêş parlamentoya Zurichê Kurd û dostên Kurdan kom bûn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û ji Ocalan re azadî xwestin. Çalakgeran ji bo gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn jî aştî û azadî xwestin.
Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurichê (NCKDZ) bi şev gelê Kurdistanê, bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê li hev kom bûn û xwestin şerê qirêj ê li Kurdistanê bê rawestandin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin. Çalakgerên li pêş Parlamentoya Zurichê kom bûn, li vir axaftin kirin. Li ser navê Kurdistaniyan Hevseroka NCKDZ'ê Halise Tuzer bal kişand ser hewldanên Ocalan ên ji bo aştî û çareseriya demokratîk û ji Ocalan re azadî xwest. Nûnerê Federasyona Karkerên Koçber ên Swêdê (FKKS) jî li vir axaftin kir û diyar kir ku wê li dijî hemû hewldanên şer, li ser aştiyê rawestin û destûr nedin şer li ser wan were kirin"
KOPENHAG
Li Paytextê Danimarka Kopenhagê jî di pêşengiya Meclîsa Jinan a Sêvê de bi wesîleya 1'ê Îlonê bi daxwaza azadiya Ocalan Konê enformasyonê vekirin û ji Ocalan re azadî xwestin. Endamên Meclîsa Jinê ya Sêvê li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Kopenhagê kon vedan û belavokên ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn dixwazin belav kirin.
Piştî tarî kete erdê çalakgeran li sînevîzyonê temaşe kirin.
STRASBURG
Li Paştextê Fransayê Strasburgê jî Endamên Komeleya Jinan a Zinê li Qada Place Kleberê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Jinan li vir ji Ocalan re azadî xwestim û belavok belav kirin.