Ji bo azadiya Ocalan ciwan li Elmanyayê daketin qadan

Kampanya 'Azad bike' ya ji aliyê Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad ve hat destpêkirin, bi şiyara "Serok Apo azad bike, Kurdistanê azad bike û jiyanê azad bike" berfireh dibe.

Li bajarên Bîelefeld, Heîlbronn û Berlîn ên Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê, ciwanên Kurd û yên enternasyanîst bi hev re çalakiyek pêk anîn û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Ciwanan pankarteke mezin a bi nivîsa "Azad bike! Freiheit fuer Ocalan - Ji Ocalan re azadî" bi Pira Admîral ve daliqandin. Ciwanan, di sala 18. de komploya navneteweyî şermezar kirin.

Ciwanan her wiha ji bo Meşa Dirêj banga tevlîbûnê li hemû ciwanên welatparêz û şoreşger kirin. Meşa Dirêj wê di 5'ê Sibatê de ji Mannheîmê dest pê bike. Her wiha di 1'ê Sibatê de jî wê bi pêşengiya enternasynalîstan ji Luksembûrgê meşeke din a dirêj dest pê bike. Her du meş wê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bigihêjin hev.

HEÎLBRONN

Li bajarê Heîlbronê, endamên Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad pankarteke bi nivîsa "Azad bike - Ji hemû girtiyên siyasî re azadî" bi pirekê ve daliqandin.

Ciwanan daxuyaniyek dan û gotin, "Weke jin ên ciwan û xortên Kurd ên li Ewropayê dijîn, em tecrîda li ser Rêberê xwe ti carî qebûl nakin û em ê li dijî vê têkoşîneke mezin bimeşînin. Di şexsê Rêberê me de bi komploya 15'ê Sibatê re hewl hat dayîn gelê Kurd bê tinekirin. Paradîgmaya Rêberê me pêşî li hemû komployan girt û ji bo jiyana azad a gelan alternatîfek da me. Şoreşa gel a îro li Rojava pêk hat, bicihatina paradîgmaya Rêberê me ye."

Ciwanan her wiha bang li her kesî kirin ku beşdarî meşên dirêj bibin.

BÎELEFELD

Ciwanên Azad di çarçoveya kampanya 'Azad bike' de bi heman rêbazê çalakî lidar xistin.

Ciwanan pankarteke bi Elmanî ya bi nivîsa "18 salên girtî, 40 salên têkoşînê, Ji Ocalan re Azadî" li ser pirekê daliqandin û komploya navneteweyî şermezar kirin.

Her wiha bang li hemû welatparêz û ciwanên şoreşger kirin, ku tevlî meşên dirêj bibin.