Ji bo azadiya girtiyên siyasî li Dusseldorf û Kolnê çalakî hatin lidarxistin
Ji bo azadiya girtiyên siyasî yên li girtîgehên li Elmanyayê tên ragitin, Ciwanên Azad Dusseldorf û Koln/Bonnê bi dirûşmeya "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin, girtiyên siyasî bên berdan" çalakiyek bi pankartan lidar xistin.
ANF
KOLN
duşem, 13 pûşperê 2016, 07:46
Di çalakiya Ciwanên Azad Dusseldorfê de pankartên bi nivîsa "Bila Ahmet Çelîk azad bibe" û "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin" li herêmên navendî hatin daliqandin.
Di vê çalakiyê de nûnerê Ciwanên Azad daxuyaniyek da û diyar kir, ji bo şermerzarkirina polîtîkayên zextê yên dewletê ew çalakiyê lidar dixin. Nûner destnîşan kir, dewleta Elman bi Tirkiye ya Kurdan qetil dikin re di nava têkiliyê de ye û peymanan mor dike.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ew êrîşên dewleta Elman ên li hemberî siyasetmedarên Kurd di vê çarçoveyê de dinirxînin û hat gotin, "Em vê helwesta dewleta Elman a siyasetmedarên Kurd digire, çalakiyên çand û sporê yên Kurdan bi kêfî asteng dike, bi tundî şermezar dikin."