Ji bo azadiya Demîrtaş li Ewropayê kampanyayê dest pê kir

Ji bo berdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlamenterên Ewropî dest bi kampanyayekê kirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ragihand ku Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi sûcên bêbingeh girtî ye û du caran xwest ku bê berdan. Lê belê tevî vê yekê jî hîn girtî ye. Parlamenterên Ewropî nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û ji bo azadiya Demîrtaş dest bi kampanyayê kirin.

Kampanya bi pêşengiya Parlamentera Yekîtiya Ewropayê ya ji Bakurê Kurdistanê Evîn Încîr ve tê meşandin. Evîn Încîr ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku Demîrtaş ji ber ku bi hincetên siyasî hatiye girtin divê bê berdan. Evîn Încîr ku ji Amedê ye, di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê de yên 26'ê Gulana 2019'an ji Partiya Karker a Sosyal Demokrat hatibû hilbijartin.

590 PARLAMENTERAN XWESTIN KU DEMÎRTAŞ BÊ BERDAN

Încîr bi bîr xist, tevî ku DMME'Yê cara duyemîn ji bo berdana Demîrtaş biryar da, Hevserokê berê yê HDP'ê hîn jî nehatiye berdan û got, "Em li bendê bûn ku Tirkiye hurmetê nîşanî biryara DMME'yê bide. Lê belê biryara dadgehê ya ku Tirkiye neçar e bi cih bîne, red kir. Ji ber vê yekê, di meha Çileyê de ez bi însiyatîf rabûm û ji bo Parlamenta Ewropayê biryarê werbigire min pêşnûmeyek pêşkêş kir."

Încîr anî ziman ku pêşnûmeya ji bo berdana Demîrtaş hate pêşkêşkirin, bi piştgiriya piraniya parlamenteran hate qebûlkirin û diyar kir ku ji 705 parlamenteran 590 parlamenterî pêşnûme qebûl kirin.

MIJAR WÊ DI 10'Ê ADARÊ DE BIKEVE ROJEVA KONSEYÊ

Încîr ragihand ku weke beşek ji kampanya ji bo berdana Demîrtaş parlamenterên endamên Konseya Ewropayê dest bi kampanyayekê kirine û got, "Parlamenterên Ewropî yên ji 47 welatên endamên Konseya Ewropayê tevlî kampanyayê bûn. Me îmzeyên hatin berhevkirin ji Konseya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê re şand. Mijar wê hefteya bê di 10'ê Adarê de li konseyê bê nirxandin."