Ji bo aştiyê ne dereng e
Weqfa Aştiyê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê daxuyaniyek weşand û bal kişand ser şerê li Tirkiyeyê. Weqfê diyar kir, ku ji bo aştiyê ne dereng e.
Weqfa Aştiyê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê daxuyaniyek weşand û bal kişand ser şerê li Tirkiyeyê. Weqfê diyar kir, ku ji bo aştiyê ne dereng e.
Îsal 1'ê Îonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û Cejna Qurbanê di heman rojê de tên pîrozkirin. Bi minasebeta her du cejnan, Weqfa Aştiyê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku daxwazên aştî û çareseriyê di vê serdemê de bi tavahî hatiye qedexekirin û 1'ê Îlonê bi bîr xist. Weqfa Aştiyê da zanîn ku li Tirkiyeyê girtin, mirin, şer, operasyon, Rewşa Awarte, biryarnameyên di hikumê qanûnan de bûne parçeyekê jiyana rojane.
'ME DIXIN NAVA ŞEREKÎ HERÊMÎ'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku li Tirkiyeyê hem di qadên derve de û hem jî navxweyî de pirsgirêk her roj zêde dibin, welat ber bi şerekî herêmî ve tê kişandin. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, ku ti civak û dewlet bi şer nagihêje serî û wiha hate gotin: "Heke em berê xwe nedin aştiyê wê dawiya me ber bi karesateke mezin ve biçe. Tişta ku gelek civakan bi ser xist em jî dikarin bi ser bixin. Em dikarin wekî mirov din di nava aştiyê de bi hev re bijîn."
'JI BO AŞTIYÊ NE DERENG E'
Di daxuyaniyê de aştiya di navbera Kolombiya û FARC'ê de jî hate bibîrxistin û hat xwestin, ku ji vê rastiyê ders bê derxistin. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Li Tirkiyeyê jî ji bo aştiyê dem neboriye. Ji bo pirsgirêkên mezin ên li Rojhilata Navîn bi dawî bibin û gelên herêmê di nava aştiyekê de bi hev re bijîn, yekane rê aştî, diyalog û muzakere ye. Çareseriya meseleya Kurd a bi rêyên aştiyane, bi tercîha me ye. Heke em bixwazin em dikarin mirin, şer û rûxandinê bi dawî bikin. Tenê divê em hay jê hebin. Hêj dereng nebûye."