Ji bo Akpinar li Stockholmê xwepêşendan

Ji bo Akpinar li Stockholmê xwepêşendan

Welatparêzê kurd Huseyîn Akpinarê ku ji 13’ê kanûnê û vir de tê xwestin radestê Tikriyeyê bikin, ji bo wî li Stockholmê xwepêşendanek pêk hat.

Komleya Çandê ya Kurdan Stockholmê bang kir û li ser banga wan li ber avahiya Dadgeha Penahî ya Bilind nêzî 40 kesî kom bûn û daxwaz kirin ku Akpinar serbest bê berdan û dirûşim qêriyan.

Ombudsmana Herêma Dalarna ya Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat Evîn Çetîn û rojnameger Heci Kardoxî li ser navê komê bi berpirsê doza Akpinar re hevdîtin kirin û derbarê rewşa Akpinar û geşedanên dawî yên Kurdistanê de agahî da. Hate diyarkirin ku ger Akpinar bê radestkirin dê bi rîska îşkence girtinê re rû bir û bimîne.

Konseya Kurd a Swêdê û Komeleya Çandê ya Kurda Stockholmê daxwaz kir ku bila mafê starbûna siyasî bidin Akpinar û daxwaznameyên da peywirdaran.

PIŞTÎ 22 SALAN ŞÛNDE RADESTKIRIN SKANDAL E

Derhênerê weşana giştî ya kovara Svart-Vîtt (Reş-Spî) û rojnameger Kurdo Baksî jî daaxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku Akpinarê ev 22 sale li Swêdê dijî tê xwestin ku bê radestkirin û ev skandaleke mezine. Baksî got divê demildest serbest bê berdan.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Akpinar bi hinceta ji aliyê Daîreya Penaberan gazî kiriye, teslîmê polîsan kirine Û got ev pêkanîna Swêdê kiriye li dijî Peymana Cenevreyê ye.

Di vê navberê rojnameya Expressen jî got piştî 22 sal şûnde tê xwestin ku Akpinar radestê Tirkiyeyê bidkin û di nûçeyê de parêzerê Akpinar Jan Cadstedt girtin Akpinar rexne dike.