Ji bo Ahmet Atakan bi deh hezaran mirov daketin kolanan

Ji bo Ahmet Atakan bi deh hezaran mirov daketin kolanan

Ji bo Ahmet Atakan (22) ê li Hatayê ji ber êrîşa polîsan jiyana xwe ji dest da, li gelemperiya Tirkiyê bi deh hezaran mirov daketin kolanan. Di dema protestoyan de, ji ber êrîşa polîsan ku êdî bûye rewşeke ji rêzê, 5 jê giran gelek kes birîndar bûn.

STENBOL

Li Taksîmê, polîsan dîsa xwe li mirovên xwestin Athmet Atakan bibîr bînin, ranegirtin. Di xwepêşandana ku êvarê destpê kir û heta dereng dewam kir de, gelek kes hatin binçavkirin, Parka Gezî careke din hat girtin û rojnamevan rastî lêdana polîsan hatin. Di bûyeran de herî kêm 4 kes birîndar bûn. Di çalakiyê de Parlamenterên BDP'ê Sebahat Tûncel û Sirri Sureyya Onder û parlamenterê serbixwe Levent Tuzel jî amade bûn.

Li Kadikoyê jî, bi hezaran kesên li ber Peykerê li Altiyolê hatin cem hev, rê li trafîkê girtin û ber bi Îskeleya Karakoyê ve meşiyan. Çalakgerên ji keştiyên ji Karakoyê dihatin peya bûn, ber bi Taksîmê ve meşiyan. Lê belê polîsan li Kolana Refîk Saydam pêşî li çalakgeran girtin. Li vê derê, ji ber astengiya polîsan pevçûn derket.

Meşa li Taxa Gazî jî rastî êrîşa polîsan hat. Di encama êrîşê de herî kêm 3 kes birîndar bûn. Ji aliyê din ve endamên Platforma Malbatên Girtiyan ên Berxwedana Gezî, li qada li ber Edliya Çaglayanê "zincîra edaletê" ava kirin.

HATAY

Li Antakyayê, xwepêşandanên heman piştî merasîma cenazeyê Atakan destpê kirin, di 01.14 dema kuştina Atakan de bi dawî bûn.

Bi hezaran kesên li taxa Armûtlûyê xwepêşandan lidar xistin, danê êvarê rastî êrîşa polîsan hatin. Xwepêşandêran jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan û pevçûna bi vê yekê re destpê kir heta derengiya şevê dewam kir. Çalakî, li gorî hat plankirin saet di 01.14 di kêliya Atakan jiyana xwe ji dest da de, bi dawî bû.

ENQERE

Ji bo bîranîna Atakan bi hezaran kes li Enqerê li Qada Kizilayê hatin cem hev. Xwepêşandêrên ku bi dirûşmên "Ahmet Atakan Namire" bûyera kuştina protesto kirin, rastî êrîşa polîsan a bi ava şid û bombeyên gazê hatin. Hat ragihandin ku li vê derê jî herî kêm 6 kes birîndar bûne.

Welatiyên li Kûgûlû Park, Dîkmen, Mamak, Batikent û Keçîorenê hatin cem hev jî, bi dirûşman kuştina Atakan û hikûmet şermezar kirin.

Koma ji 500 kesan jî ku ji Tûzlûçayirê diçû Kizilayê, li Kûrtûlûşê rastî êrîşa polîsan hat. Pevçûnên li vê derê heta derengiya şevê dewam kir. Xwepêşandana Dîkmenê jî rastî êrîşa polîsan aht.

ÎZMÎR

Protestoyên li Kolana Kibris Şehîtlerî destpê kir, di saetên dereng de li navenda bajêr, Basmane, Çankaya, Alsancak û Kordonê deng veda. Bi hezaran kesên bi dirûşmên "Dewleta kujer dê hesab bide", "Hikûmet îstifa" meşiyan, rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û TOMA'yan hatin.

EDENE

Bi sedan kesên li Qada 5 Ocak'ê êvarê li hev kom bûn ber bi Parka Ataturk meşiyan û li vir ji bo kesên di Berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz hat girtin. Berdevkê HDK'ê Guven Boga li vir peyivî û got, "Di bûyerên rojên dawî de derdikeve holê ku hikûmeta AKP'ê naxwaze tu pirsgirêkê bi rêbazên aştiyane û diyalogê çareser bike, berevajî bi bilindkirina tengezarî û pevçûnan re hewl dide ranteke siyasî werbigire."

ESKÎŞEHÎR

Bi sedan çalakgerên li ber Espark a Kolana Unîversîteyê hatin cem hev, derbasoka trenê ya Baglarê dagir kirin û nehişstin seferên trênê bên kirin. Li pêşiya trenekê bi boyaxê gotina "trêna şoreşê" hat nivîsandin û bi projektoran wêneyên kesên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dan, li avahiyeke 6 qat bilind, hatin nîşandan.