Ji bo Şengalê li dehan bajaran rêzgirtin û mîtîng pêk hatin

Di salvegera pêncan a êrîşên qirkirinê de yên li Şengalê, li dehan bajaran deqeyeke rêzgirtinê û mîtîng pêk hatin.

Di salvegera pêncan a êrîşên qirkirinê de yên li Şengalê, li dehan bajaran deqeyeke rêzgirtinê û mîtîng pêk hatin.

MARSÎLYA: Êzidiyên hatin qirkirin li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi çalakiyeke bêdeng hatin bîranîn. Di çalakiyê de bêdengiya welatên Ewropayê jî hate şermezarkirin. Kurdistaniyan piştî deqeyeke rêzgirtinê bi hezaran belavok li ser mijarê belav kirin.

BORDEAUX: Bi heman armancê li bajarê Bordeaux ê Fransayê mîtîng pêk hat. Çalakgeran bi bîr xistin ku qirkirin li pêş çavên dinyayê hatiye kirin û hate gotin, "Jinên Kurd tola Şengalê hilanînin."

MONTPELLIER: Li bajarê Montpellier ê Fransayê jî ji Parka Peyrou Pitot heta meydana Comedie meşek pêk hat. Di meşê de belavok hatin belav kirin û dirûşmên "Şengal bi tenê nîne", "Em hemû Êzidî ne", "Her qad Şengal e her qad berxwedan e", "Bes e ji êrîşên dijî Kurdan re", "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn.

NURNBERG: Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê bi heman armancê çalakiyek pêk hat. Kurd tevî dostên xwe daketin qadan û tevî qirkirina li Şengalê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

GIESSEN: Çalakiya li bajarê Giessenê bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. Bîranîn bi meşê dest pê kir û alên YPG, YPJ û YBŞ'ê hatin hildan. Di çalakiyê de êrîşên qirkirinê yên li dijî Êzidiyan hatin şermezarkirin û daxwaza statuya Şengalê hate kirin.

BREMEN: Qurbaniyên qirkirina Şengalê li bajarê Bremenê li ber Parlamenta Eyaletê hatin bîranîn. Destpêkê konek hate vedan û piştî deqeyeke rêzgirtinê saet 15:00 li ber avahiya eyaletê mîtîngek pêk hat. Di mîtîngê de ji welatên Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî hate xwestin ku qirkirinê nas bikin û ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê dadgeheke navneteweyî ava bikin.

HANNOVER: Li bajarê Hannoverê jî destpêkê li dêra Martkircheê deqeyeke rêzgirtinê pêk hat. Papazê dêrê Hanna Kreisel-Liebermann qurbanî bi bîr anî. Piştre ji bo bîranîna Êzidiyên ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin find hatin vêxistin. Piştî vê merasîmê li navenda bajêr meşek pêk hat. Polîsên Elman xwestin dest li alên YPG û YPJ'ê werdin, lê girseya gel nerazîbûn nîşan da. Di çalakiyê de ku du saetan dom kir ji bo PKK'ê û li dijî dewleta Tirk dirûşm hatin qîrîn.

FREIBURG: Bajarekî din ê Elmanyayê ku çalakiya bîranînê pêk hat Freiburg bû. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û qurbanî hatin bîranîn.

STUTTGART: Kurdên li bajarê Stuttgartê jî tevî dostên xwe li Rotebohlplatzê li hev civiyan û Êzidiyên ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin bi bîr anîn.

HEILBORN: Li bajarê Heilbronnê jî Kurdistanî li hev civiyan û kesên di qirkirina Şengalê de hatin qetilkirin bi bîr anîn.

SAARBRUCKEN: Li bajarê Saarbruckenê piştî deqeyeke rêzgirtinê ya bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) mîtîngek pêk hat. Bi navê TAJÊ Zero Alî li mîtîngê axivî, bi bîr xist ku têkoşîna herî xurt a li dijî DAÎŞ'ê ji aliyê Kurdan ve hatiye meşandin û ji dewleta Elman xwest ku dest ji kiryarên xwe yên zordar berde.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi heman armancê mîtîngek pêk hat. Destpêkê deqeyeke rêzgirtinê pêk hat piştre jî mîtîng. Di mîtîngê de ji bo meşa 10'ê Tebaxê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê banga tevlîbûnê hate kirin.

PERTH: Li bajarê Perth ê Awûstralyayê qurbaniyên qirkirina Şengalê bi deqeyeke rêzgirtinê hatin bîranîn. Ji fermandarên YJŞ'ê Hîza Qîranî jî bi rêya skype beşdarî civîna bîranînê bû.

DEN HAAG: Li bajarê Den Haag ê Hollandayê ji bo bîranîna qurbaniyên qirkirina Şengalê li ber Wezareta Karên Derve deqeyeke rêzgirtinê hate kirin. Di çalakiyê de qirkirin hate şermezarkirin û ji wezaretê hate xwestin ku qirikrinê nas bike. Piştî nîvro jî Kurdan tevî dostên xwe mîtîngek pêk anîn.

LUZERN: Qirkirina Şengalê li bajarê Luzern ê Swîsreyê bi meş û mîtîngekê hate şermezarkirin. Piştî meşa du saetan ku gelek belavok der barê qirkirina Şengalê de hatin belavkirin li ber avahiya parlamentê mîtîngek pêk hat. Di mîtîngê de bêdengiya dewletên Ewropayê ya li pêşberî dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin.

ERÎVAN: Nûnerên saziyên Kurd ên li paytexta Ermenistan Erîvanê li ber peykerê Qirkirina Şengalê li hev civiyan û ji bo kesên di qirkirinê de hatin qetilkirin deqeyeke rêzgirtinê pêk anîn. Nûnerên gelek saziyên Kurdan tevlî çalakiyê bûn. Qisekeran bal kişandin ser barbariya DAÎŞ'ê, têkoşîna Kurdan a li dijî vê yekê, komkujiyên ku di dîrokê de li dijî Êzidiyan hatine kirin û helwesta hêzên navneteweyî ya li pêşberî êrîşên li dijî Kurdan.
Di daxuyaniya hevpar de ku li qada çalakiyê hate xwendin wiha hate gotin: "Bi navê Êzidiyên li Ermenistanê em dixwazin statuya Şengalê ku ji bo me warê taybet e bê naskirin, hêza xweparastinê û îradeya xwerêvebirinê ya gelê Şengalê bê qebûlkirin. Em bang li Êzidiyên ku ji xaka pîroz ji ber fermana dawî koç kirine vegerin warê xwe."