Ji bo 2 kesên li Geziyê hatin binçavkirin daxwaza girtinê

Ji bo 2 kesên li Geziyê hatin binçavkirin daxwaza girtinê

Du kesên ku şevê din li Parka Gezî xwestin beşdarî xwarina fitarê bibin hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

6 kesên şevê din li Stenbolê Parka Gezî xwestin beşdarî xwarina fitarê bibin lê belê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin, îro anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayan. Ji aliyê dozgeriya Komarê ve ku 4 kes hatin berdan 2 kes jî bi sedema li hemberî “Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a bi hejmar 2911” muxalefet kirine bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.