Ji bersûçê Qetlîama Enqereyê provakasyon

Di rûniştina Doza Qetlîama Enqereyê de, Mehmeddîn Baraç ê ku ji ber endamê DAIŞ’ê ye tê darizandin heqaret li şehîdên PKK’ê kir, malbat û parêzeran nerazîbûn nîşan da. Ji bo rûniştina dozê navber hate dayîn.

Di 5. Rûniştina Doza Qetlîama Enqerê ya 10’ê Cotmehê de, piştî navberdayînê li 4. Dadgeha Cezayê Giran, rûniştina dozê destpêkir. Bersûçê DAIŞ’ê Mehmeddîn Baraç carek din helwdanên provakasyonê kir.

Baraç di parastina xwe de, beriya niha ku berpirsên dewletê piştî qetlîmaê digotin ‘rêxistina kokteyl’ dubare kir. Baraç heqaret li şehîdên PKK’ê jî kir.

NERAZÎBÛN NÎŞANÎ BÊDENGBÛNA DADGEHÊ HATE KIRIN

Li ser vê parêzer û malbatan mafê axaftinê girt û nerazîbûn nîşan dan. Parêzeran diyar kirin ku ji tu kesê ku jiyana xwe ji dest dayî re ‘leş’ nayê gotin û li dijî bêdengiya heyeta dadgehê ya li beramberî heqaretan jî bi awayekî tund nerazîbûn hate nîşandan.

Piştî nerazîbûnên malbatan jî leşkeran bi mertalên xwe bersûç parastin.

Heyeta dadgehê navber da rûniştina dozê.

PARÊZERÊ BERSÛÇ JÎ GEF KIR

Di beşa sibêhê ya rûniştina dozê de parêzerê Hacî Alî Dûrmaz, Hatîce Aydîn jî bi axaftina ‘Bêdengbûna me weke bêhêziya me nebînin’ kesên li salona rûniştinê gef kiribû û piştre daxwaza ewlehiya bilind ji dadgehê xwestîbû.