Ji ber teqîna mayîna DAIŞ'ê 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Li Kobanê, 2 zarokên pê li mayîna çeteyên DAIŞ'ê kirin jiyana xwe ji dest dan, zarok jî bi giranî birîndar bû.

Li gundê Beyadî yê li rojavayê Kobanê, ji zarokên pêr pê li mayîna çeteyên DAIŞ'ê kirin Hemûde Ehmed Şêx (13) jiyana xwe ji dest da. Henifî Mihemed Osman (14) û Ûsame Reşît Osman (14) bi giranî birîndar bûn.

Henîfî Mihemed Osman sewqî Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan, Ûsame Reşît Osman jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin kirin.

Henifî Mihemed Osman danê vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê zarokê biçûk ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê û wê piştre bişînin Kobanê.

Hat ragihandin ku rewşa zarokê din ê bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneya Pirsûsê tê tedawîkirin, ber bi başiyê ve diçe.