Ji ber mîtînga AKP'ê li Wanê rewşa awarte hat îlankirin
Ji ber hatina Serokwezîr Ahmet Davûtoglû îro li Wanê rewşa awarte hat îlankirin.
Ji ber hatina Serokwezîr Ahmet Davûtoglû îro li Wanê rewşa awarte hat îlankirin.
Ji ber hatina Serokwezîr Ahmet Davûtoglû îro li Wanê rewşa awarte hat îlankirin. Hemû kolan û taxên bajêr hatin dorpêçkirin. Hemû endam, rêveber û xebatkarên rêxistinên AKP'ê yên li Bajêr û Navçeyan û wezîfedarên dewletê ji bo tevlî mîtîngê bên kirin, bi wesayîtan anîn navenda bajêr.
Piştî ku Meleyên Miftiyê Wanê, tevlî civîna AKP'ê ya li otelekê hatin kirin, Serokê Komeleya Cerdevanan a Wanê Ayhan Kahraman jî mesajek ji cerdevanan re şand û xwest tevlî civînê bibin. Tê payîn ku cerdevan di dawiya civînê de bi awayekî komî tevlî mîtînga AKP'ê bibin.
Lê belê tevî hemû hewldanan jî, her çend demeke kurt ji destpêkirina mîtîngê re maye jî, meydana Beşyol a mîtîngê, hînê vala ye.