Ji ber ku nayê dermankirin, kêm maye lingê wî bê birîn

Girtiyê ji doza PKK'ê Hakki Tûrgay ê sirgûnî Girtîgeha Ordûyê hatiye kirin, ji ber ku nayê dermankirin, kêm maye lingê wî bê birîn. Tûrgay bang li raya giştî kir.

Girtiyê ji doza PKK'ê, ku 24'ê Kanûnê li gundê Zeve yê navçeya Heskîf a Êlihê bi birîndarî hate girtin, di binê çavan de îşkenceyeke giran lê hate kirin. Tûrgay ku ji ling û serê xwe birîndar bû û bi rojan îşkence li birînên wî hate kirin, wexta ku di dema îşkenceyê de ji ser hişê xwe çû, ew rakirin nexweşxaneyê. Tûrgah, ku Wezareta Karên Hundir a Tirk navê wî weke 'Payebilindê PKK'yî yê navê wî di lîsteya grî de heye' nîşan da, piştî demeke kin a li nexweşxaneye ew birin Girtîgeh Êlihê. Li vê derê bi mehan nehate dermankirin. Li ser hewldana malbatê û parêzeran, bi rengekî qismî tedawiya wî dest pê kir. Piştî demeke kurt roja 12'ê Nîsanê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hate kirin.

Li Girtîgeha Xarpêtê jî rêveberiya girtîgehê zext li Tûrgay kir û nehişt bê dermankirin. Ji vir jî meh Hezîranê sirgûnî Girtîgeha Ordûyê hate kirin. Li Girtîgeha Ordûyê zexteke giran lê tê kirin. Di axaftina heftane ya bi rêya telefonê de Tûrgay ji malbata xwe re qala pêkanînên li girtîgehê kir.

'KÊM MAYE LINGÊ MIN BÊ BIRÎN'

Tûrgay anî ziman ku ew bi birîndarî hatiye girtin û got, "Di dema binê çavan de bi tundî li lingê min ê birîndar xistin. Nehatim tedawîkirin û piştî ku xistin girtîgehê jî tedawiya min nehate kirin. Ji Girtîgeha Êlihê ez sirgûnî girtîgeha Xarpêtê kirin. Ji ber ku min li vê derê serî li ber zext û zordariyê netewand, sirgûnî Girtîgeha Ordûyê kirin."

Tûrgay diyar kir, li Girtîgeha Ordûyê hemû mafên wî yên însanî û mafê tedawiyê ji dest hatine giritn û got, "Li vê derê tedawiya min bi temamî hate sekinandin. Kêm maye lingê min jê bibe. Êşê dikişînim, rewşa lingê min roj bi roj nebaş dibe. Eger tedawiya min dest pê neke wê lingê min jê bibe."

'BI ALÎKARIYA HEVALÊN XWE DIJÎM'

Tûrgay bal kişand ser helwesta faşîzan a rêveberiya Girtîgeha Ordûyê û da zanîn, ku destûr nayê dayin ew dermanekî biçûk ê li hemberî êşê bikire, dema dixwaze bê tedawîkirin bi rengekî tund bersiv jê re tê dayin. Tûrgay da xuyakirin ku ew bi alîkariya hevalên xwe dijî û got, "Nema dikarim lingê xwe bi kar bînim, bi alîkariya hevalan û gopalan li ser piyan dimînim. Ji bo bicihanîna pêdiviyên xwe yên rojane heval dibin alîkar. Di rewşeke berevajî de nikarim bi tena serê xwe bijîm."

BANGA LI RAYA GIŞTÎ

Tûrgay diyar kir, ku ew bi hezaran kîlometreyî sirgûnî cihekî dûrî malbata xwe ya li Mêrdînê hatiye kirin û anî ziman ku malbat nikare bê hevdîtinê, lewma ew bi telefonê diaxive, lê belê rêveberî li gorî kêfa dilê xwe destûrê dide ya jî nade. Tûrgay ji raya giştî xwest, ku ji bo tedawiya wî bi lez û bez bikeve nava tevgerê, di rewşeke berevajî de wê tenduristiya wî xera bibe û êdî vegera jê wê nebe.