Ji ber gotina ‘Nûriya û Semîh bijîn’ êşkence li dayika Berkîn Elvan hatiye kirin

Velî Selçûk ê di çalakiya ‘Em karê xwe dixwazin’ a di roja 259’an de li ser Rêya Yukselê dewam dike de axivî, anî ziman ji bo ku gotibû bila Nûriye û Semîh bijî, polîsan êşkence li Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan kiriye.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê (BHQ) de ji kar hatibû dûrxistin di roja 175’an de dewam dike. Kedkarên ku li ser Rêya Yukselê çalakiyê didomînin, di çalakiya ‘Em karê xwe dixwazin’ de kete roja 259’an.

Di çalakiya roja 275’an de, polîsan rê nedan çalakgerên ku ji bo çalakiya duyemîn a li Kolana Konûr a li pêşiya Peykerê Mafê Mirovan kom bibin û daxuyaniyek bide. Çalakgerên ku xwestin li ber mertalên polîsan daxuyanî bide pankarta bi nivîsa “Nazîfe bila bê berdan”, “Çalakiya Nûriye û Semîh di roja 175’an de ye” û “Nûriye û Semîh bila bên berdan” vekirin û dirûşmên “Nûriye û Semîh rûmeta me ne” û “Em kedkarin bi maf in û heq in” qîr kirin. Li ser domandina dirûşman a çalakgeran polîsan bi tund mudaxeleyî çalakgeran kirin û ji qadê dûr xistin.

 ‘DAYIKA GULSUM JI BER KU GOTIBÛ NÛRIYE Û SEMÎH HATIBÛ ÊŞKENCEKIRIN’

Çalakgerên li ser mudaxeleya polîsan a hişk ji bo nekevin mil dabûn milên hev, li cihê ku Rêya Yuksel û Kolana Konûr digihêjin hev, heta dawiya Kolana Konûr bi dehfan hatin dûrxistin. Velî Selçûk ê yek ji sembola çalakiya Yukselê ye, piştî çalakiyê daxuyaniyek kurt da û got: “Em bi rojan ji bo Nûriye û Semîh bijî tên êşkencekirin. Dayika Berkîn Elvan Gulsûm jî ji ber ku gotibû bila Nûriye û Semîh bijî hate êşkencekirin.”