Ji ber êrîşa li dijî Yuksekdag gilî hat kirin

HDP'ê ji ber êrîşa li dijî Yuksekdag a li Farqînê gilî kir. Di gilînameyê de hat gotin, "Hêzên ewlekariyê yên gumanbar ji cihekî nêz bi çekê muwekîla me ji bo kuştinê hedef girtine."

HDP'ê ji ber êrîşa li dijî Yuksekdag a li Farqînê gilî kir. Di gilînameyê de hat gotin, "Hêzên ewlekariyê yên gumanbar ji cihekî nêz bi çekê muwekîla me ji bo kuştinê hedef girtine."

Polîs û lekerên Tirk roja 12'ê Mijdarê bi çekan û bombeyên gazê êrîşî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û heyeta pê re kiribûn. HDP'ê ji ber vê êrîşa "bi qesta kuştinê" li hemberî Yuksekdag pêk hatibû, li Dozgeriya Komarê ya Amedê giliyê Waliyê Amedê Huseyîn Aksoy, Qeymeqamê Farqînê Mûrat Kutuk, midûrê polîsan û fermandarê jendermeyan ên navçeyê kir. HDP'ê ji ber sedemên "tundî, "heqaret", "bi zanebûn hewldana kuştina mirovan" û "bi qestî birîndar kirine" giliyê rayedarên dewletê kir.

Di gilînameyê ya HDP'ê de ev tişt hatin gotin: "Roja 12'ê Mjdarê heyeta ku di nav parlamenter jî hene xwestin têkevin nava navçeya Farqînê ya Amedê ku qedexeya derketina kolanê lê hatibû îlankirin. Li pêşiya navçeyê hêzên ewlekariyê bi qesta kuştinê, bi bombeyên gazê yên kîmyewî êrîşî heyetê kirin û nehiştin heyet têkeve navçeyê. Ji ber bombeya gazê çavên muwekîlê me şewitîn û ji serî heta binî şil bibû. Dema ku welatiyên derdorê hewl dan wê ji cihê êrîşê dûr bixin bi zanebûn û qestî fîşeka gazê rasterast bera wê dan. Piştî êrîşa hêzên ewlehiyê roja 13'ê Mijdarê li ser agahiya Waliyê Amedê ketin taxên Farqînê. Muwekîla me û heyeta pê re li kuçeyên taxê ji hêla hêzê ewlehiyê yên xwe veşartibûn ve ji nêz ve bi guleyên rasteqîn hatin gulebarankirin. Bi vê gulebaranê hewl dan bi qestî muwekîlê me bikujin." 

Di gilînameyê de ev daxwaz hatin kirin: "Ji ber ev sedemên me anîne ziman, em dixwazin der barê rayedarên ku ferman dane û yên êrîş pêkanîne de doz were vekirin. Em dixwazin ev kes bên darizandin û cezakirin."