Ji ber Covîd-19’ê 313 hezar kes mirin
Ji ber Covîd-19’ê li dinyayê 4 milyon û 750 hezar kes nexweş ketin û 313 hezar kes mirin. Hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê jî gelek karker di dema şewbê de jiyana xwe ji dest dane.
Ji ber Covîd-19’ê li dinyayê 4 milyon û 750 hezar kes nexweş ketin û 313 hezar kes mirin. Hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê jî gelek karker di dema şewbê de jiyana xwe ji dest dane.
Ji ber Covîd-19’ê li dinyayê 4 milyon û 750 hezar kes nexweş ketin û 313 hezar kes mirin.
Berdevkê Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê Chrîstîan Lîndmeîer ji DW’yê re axivî û diyar kir ku pêla duyemîn ne têgiheke teknîk e ku sînorê wê hatibe diyarkirin. Lîndmeîer diyar kir ku ev tişt ji bo pêla sêyemîn jî lê ye.
TIRKIYE
Li Tirkiyeyê ya ku tê zanîn rayedar hejmarên rastîn nadin, rayedaran diyar kirin ku heta duh 148 hezar û 67 kes nexweş ketine û 4096 kes jî mirine.
Desthilatdariya AKP û MHP’ê ya bi pakêtên aboriyê yên cihê û bi vekirina bedestenan sermayedaran diparêze, ligel vî tiştî jî girtiyên siyasî û karker û kedkaran jî ber bi mirinê ve dibe.
Meclîsa Tendirustî û Ewlehiya Karkeran a Stenbolê (ÎSÎG) îro raporek weşand û diyar kir ku di 2 mehan de 128 karker ji ber polîtîkayên şewbê û desthilatdariyê mirine.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Şaxê Wanê jî tevî Baroya Wanê û TÛHAY-DER’ê çûn serdana girtiyên tîpa T û F ên Wanê. Saziyan derbarê serdana xwe raporek weşandin û diyar kirin ku ji ber bidestnexistina derfetên hîjyenê û bidestnexistina amûrên tedawiyê li ser jiyana girtiyan rîskeke mezin heye.”
BÎLANÇOYA LI DINYAYÊ
Li DYEyê milyonek û 508 hezar û 147 kes bi vîrusê ketine û 90 hezar û 124 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Îtalyayê 224 hezar û 760 kes bi vîrusê ketine û 31 hezar û 763 kes mirine.
Li Fransayê 179 hezar û 365 kes bi vîrusê ketine û 27 hezar û 625 kes mirine.
Li Elmanyayê hejmara kesên bi vîrusê ketîn gehişte 176 hezar û 252 kesan û 8 hezar û 27 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li Swîsreyê 30 hezar û 587 kes bi vîrusê ketine.
Li Holandayê 43 hezar û 995 kes bi vîrusê ketine û 5 hezar û 680 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Îranê li gorî rayedaran dane diyarkirin 120 hezar û 198 kes bi vîrusê ketine û 6 hezar û 988 kes mirine.
Li Rûsyayê 281 hezar û 752 kes bi vîrusê ketine û 2 hezar û 631 kes mirine.