Ji bajarê Loirentê destek ji kampanya alîkariya Kobanê re hat dayîn
Ji bajarê Loirentê destek ji kampanya alîkariya Kobanê re hat dayîn
Ji bajarê Loirentê destek ji kampanya alîkariya Kobanê re hat dayîn
Di çarçoveya kampanyayê alîkariya însanî yên ji bo Kobaniyên ji neçarî koçî Pirsûsê kirine, Komeleya Çanda Elewiyan a Morbîhan a li bajarê Fransa Lorientê, kincên ji bo zivistanê berhev kir.
Kincên ji bo zivistanê yên li bajarê Lorient û bajarên derdorê hatin komkirin, wê bi alîkariyên însanî yên li Parîsê hatine komkirin re, bi TIR'an ji Kobaniyan re bên şandin.
Rêveberên Komeleya Çanda Elewiyan a Morbîhanê dan xuyakirin ku bi hatina zivistanê re rewşa welatiyên Kobanê yên neçar mane hatine Pirsûsê nebaşe û bang li her kesên xwedî wijdan kir ku di vî warî de alîkariyê bikin. Rayedaran bal kişandin ser girîngiya alîkariya lezgîn a însanî.