Ji Atalay sînyala berdana parlamenterên girtî
Ji Atalay sînyala berdana parlamenterên girtî
Ji Atalay sînyala berdana parlamenterên girtî
Cigirê serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay ku piştî lêpirsîna ‘nelêrêtiyê’ ya li Stenbol û Enqereyê hat meşandin daxuyaniyek da û da zanîn ku operasyon, operasyoneke siyasiye. Atalay balkişand ser parlementerên BDP’ê yên girtî û diyar kir ku redkirina daxwaza taliyeyê ya Dadgeha Herêmî dê li Dadgeha Makeqanûnê bê sererastkirin û deriyê ku parlamenterê CHP’ê Mustafa Balbay re hatiye vekirin dê li yên BDP’ê re jî bê vekirin.
Aloziya di navbera hikûmet û cemaatê de bi binçavkirina zarokên wezîran re zêdetir bû û der barê operasyona dawî de cigirê serowezîr duh tevli bernameya TGRT Haberê bû.
Atalay ku tevli bernameya ‘Rojeva Enqereyê’ ya Batuhan Yaşar û Nurî Elîbol bû got;Em ne komek cematin. Dê pir zirarê bibînin.
Atalay îdia kir ku ew her tim li dijî neheqî, nelêrêtiyê têdikoşin û wih agot: “Sê operasyonên cuda, sê lêpirsînên cuda derxistine holê. Gelek bûyerên cuda ku bi hev re îrtîbatê ava nake anîne cem hev. Her hal ji bo ku zêdetir deng bide pêk anîne. Mînak meselay şaredariya Fatîhê nabe mijar Jî. Di encamê de dê daraz biryarê bide. Yên ku şaşî kirine dê ceza xwe bikişînin. Em partiyek bi hêzin. Em sûcdariyên bê heq jî qebûl nakin.
Atalay got operasyonên pêk hatiye yên siyasîne û wiha pê de çû: “Geşedanên siyasî û civakî ne yek aliye. Em di nav helwestek zelal de ne. Gelek mensubên me hen. Yên ku şaşiyan bikin, yên ku kiribin hebe, em bi ser de çûne. Dê dîsa jî wisa be. Yên ku şaşiyê bide dê bedela vê bide.”
DERIYÊ JI BALBAY RE VEBU DÊ JI BDP’Ê RE JÎ VEBE
Beşîr Atalay rewşa parlamenterên girtî jî nirxand û da zanîn ku daxwaza taliyeyê ya ku dadgeha Herêmî red kir dê dadgeha Makeqanûnê rast bike û deriyê ji Balbay re hatiye vekirin dê ji parlamenterên BDP’ê re bê vekirin û tenê pêvajoya vê hatiye dirêjkirin.