Şêwirmendê siyasî yê Artêşa Sûriyeya Azad yê bi piştgiriya Tirkiye û welatên Rojava, Bessam el Dade diyarkir ku, di destê wan de madeyê xam û ew kapasîte heye ku çekên kîmyewî bihilberîne. El Dade got; “Ger Esad van çekan bikarbîne, ew jî dê bersivê bidin.”
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolû ya beşa Erebî weşanê dike ragihand ku, El Dade gotiye “Ger Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar Esad bi çekên kîmyewî gefan li me bike, bila bizane ku ji van çekan li gel me jî hene.” El Dada bi gotina ‘li gel me jî hene’ da diyarkirin ku, ger çekên kîmyewî bikarbînin ew jî dê ‘navend û baregehên rejimê’ bidin.
El Dade destnîşan kir ku, bi saya ‘sûbayên pispor’ yên ji artêşa Sûriyeyê veqetiyane gihane wê kapasîteyê ku ji madeyê xam yên di destê wan de çekên kîmyewî hilberînin. El Dada diyarkir ku, ew dê xwe ji bikaranîna çekên kîmyewî ku di qada navnetewî de qedexe û di çarçoveya sûcê şer de têne dîtin nedin paş û got; “Ger Beşar van çekan bikar bîne, gelo dê raya giştî ya navnetewî me biparêze?”