Ji AKP’ê raye ji polîsên Tirk îşkence

Ji AKP’ê raye ji polîsên Tirk îşkence

Piştî biryarnameya AKP’ê ya rayeyeke berfireh dide polîsan, li Bakurê Kurdistanê kiryarên faşîzan gihiştin asta herî jor. Bi îşkenceya li hember xwendekarên li Wanê hatin binçavkirin, hewl didin careke din rûyê îşkencekar ê dewleta Tirk ê li Zîndana Amedê careke din nîşan bidin û bi vê re çavtirsandî bikin. Li hemberî îşkence û kiryarên derveyî mirovatiyê ji derveyî saziyên civaka sivîl jî nerazîbûn mezin dibin. Herî dawî Serokatiya Rêxistina DBP’ê ya Wanê ku têkildarî xwendekarên hatine binçavkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand  banga hestyariyê li raya giştî kir.

Ji 15 xwendekarên ku di serdegirtina malan de ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin 4 ji wan ji aliyê dadgehê ve hatin girtin, 4  jî hatin berdan. Wê 7 xwendekarên din jî îro derxin pêşberî dadger.

Piştî qanûna ewlekariya navxweyî ya rayeyên berfireh dide polîsan li Kurdistanê ket meriyetê agahiyên têkildarî vê tên. Mafê ku polîs 24 saetan di înîsiyatîfa xwe de gumandar di bin çavan de bihêle û di nav 48 saetan de bi dozger re di bin çavan de bihêle ji bo îşkenceyê tê bikaranîn. Daxuyaniyên ku tê gotin, xwendekar rastî îşkenceyê hatine û nahêlin bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin, rastî bertek û nerazîbûnan tê.

Herî dawî Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Parêzer Mîraz Çalli û endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Parêzer Ulaş Koparan ku bi xwendekaran re hevdîtin pêk anîn û agahiyên ji hevdîtinê wergirtin, xetereya rû daye careke din nışan dide. Serokatiya Rêxistina DBP’ê ya Wanê ku der barê mijarê de daxuyanî da diyar kir xwendekar ji ber îşkenceyên giran birîndar bûne û nexweş ketine û tevî vê jî destûr nedane dermankirina wan.

Hevserokatiyê ku hin girtekên ji hevdîtinê aşkera kirin, toleransa sifir a îşkenceyê bê li Tirkiyeya AKP’ê tê çi wateyê careke din radixe ber çavan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li hember ciwanên Kurd qet li gor peymaneke hiqûqî tevnegeriyane û wiha dewam kir, “Weke ji girtekên vê hevdîtinê jî tê fêmkirin, kesên hatine binçavkirin rastî îşkence û kiryarên xerab hatine, li gor Protokola Stenbolê ya pêwîst dike di dermankirina tenduristiyê re nehatine derbaskirin, lewma îşkence nehatiye belgekirin. Hê jî tedawiya hin girtiyan çênebûye.”

Di daxuyaniyê de ji bo  îşkencekar derkevin holê, kesên di bin çavan de tavilê bên berdan, bang li rêxistinên mafê mirovan, baro, Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan, merciyên edlî û îdarî hat kirin ku hestyar bin.

JI POLÎS LI SER DOKTOR Û DADGEH ZEXT

Xwendekarên ku hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin  îşkenceya ku di asta hovîtiya wehşetê de pê rû bi rû hatine wiha vegotin:

“A. Y: Çar rojan îşkence dîtiye, ji ber îşkenceya giran xwîn winda kiriye. Di çûyîn lavaboyê de lêdan xwariye. Dermankirina doktor di bin kontrola polîsan de hatiye kirin. Tevî ku doktor gotiye divê ti emeliyet bibî rapor nehatiye dayîn.  Ji aliyê 20-30 polîsî ve dehan carî lêdan xwariye. 20 rojan nekarî bimeşe. Nikare biçe tuwaletê divê bê dermankirin û dijûnên gelek xerab lê hatine kirin.

ES: Sixûrtî lê hatiye ferzkirin 3-4 rojan lê xistine.  Dibêjin 200-300 tîmên taybet ji Enqereyê hatine. Di dema çuyîna lavaboyê de li wan xistine. Ji ber vê bi hevalên xwe re 3 rojan xwarin nexwariye. Tazî lêdan xwariye.  35 polîs ketine danişîna wî û bandor li ser dadger kirine. Pir dijûn lê hatine kirin.

M.U: Piştî wesayîta xwe park dike xwe di nava protestoyan de dibîne.  Ji gaza polîsan direve û du polîs wî digirin û dibin baxçeyê Qeymeqamtiyê. Lê dixin. Gaza îsotê ber didinê û kelepçe dikin. 200 polîsên hêza çevîk hatine û her kesê derbas bûye dirûn lê kiriye. Bi kelepçe li ser piyan dane sekinandin.  Birine cem doktor. Doktor rapor nedayê. Birçî hatiye hiştin.

Î. B:  Rora protestoyan li ber qerekolê derbas dibe, polîs jê re dibêjin were. Diçe û wî binçav dikin. Îşkenceyê lê dikin, difina wî dikişînin. 8-10 polîs wî radikin û li erdê dixin. Wek karker li Erziromê dixebitî û bo betlanê hatiye Erdîşê.  Dema diçû mala birayê xwe hatiye girtin.  Doktorê Erdîşê gotiye ezê raporê bikim dosyayê lê malbatê temîn nekirye. Di muayenaya doktor de ji 10’î zêdetir doktur hebûne. Dijûnên gelek xerab lê kirine.

TAZÎ KIRIN Û BI MIRINÊ TEHDÎD KIRIN

H.K:  Sûcê ku lê ferzkirin, ji bo qebûl bike îşkence lê hatiye kirin. Bav û birayê wî jî hatiye binçavkirin. Gotine ger ti sûc qebûl nekî wê wan bigirin. Wî jî sûc qebûl kir. Birine girekî li Artemêtê û li wir tazî lê îşkence kirine. Li cem doktor jî çavên wî girtî maye.”