Ji 100 hezar êrîşên zayendî 32 hezar bi biryara neşopandinê encam bûn

Ji 100 hezar êrîşên zayendî 32 hezar bi biryara neşopandinê encam bûn

Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Îstatîstikên Sîcîla Edlî, di 2012’an de 100 hezar êrîşên zayendî ketine bin qeydan. Ji vana nêzî 32 hezarî bi biyara neşopanê encam bûne. Sala borî di nava salekê de 25 hezar tacizên zayendî, 34 hezar dozên îstîmara zayendî ya zarokan hatin vekirin. 14 hezar û 164 bûyer ne wek îstîsmara zarokan wek ‘bi kesên ne reşît re têkilî’ hat bi navkirin. Di çarçoveya serlêdana şîdeta nav malbatê de jî nîvê wan bi biryara neşopandinê encam bûn.

Encamên îstatîstikên aydê sala 2012’an a Midûriyeta Giştî ya Îstatîstikên Sîcîla Edlî hatin aşkerakirin. Encam nîşan didin ku şîdet, êrîşa zayendî, îstîsmara zayendê ya zarokan bê ceza dimînin.

Li gorî daneyan, di 2012’an de bûyerên întîkalên merciyên edlî kirine bi giştî 5 mîlyon 754 hezar û 219 ye. Ji vana 2 mîlyon û 871 hezar û 615 wek doza cemawerî hatin vekirin. 2 mîlyon 175 hezar û 809 jî bi biryara neşopandinê encam bûn. Her wiha 706 hezar bûyer jî lêpirsîna wan didome.

 DI ŞÎDETA NAVA MALBATÊ D BIRYARA BÊŞOPANDINÊ

Sala borî 4 hezar û 374 bûyerên şîdeta nava malbatê întîkalê merciyên edlî kir. Der barê 2 hezar û 48 dosyayê de biryara neşopandinê hat dayîn. 2 hezar û 52 bûyer doz lê hatin vekirin. Der barê jinê rastî şîdetê de tên biryara parastinê hat dayîn.

33 HEZAR Û 992 BÛYERÊN ÎSTÎSMARA ZAROKAN

Sala borî 91 hezar û 979 bûyerên zayenda întîkal kirin. Ji vana 31 hezar û 496 bi biryara neşopandinê encam bûn.

Her wiha ji vana 33 hezar û 992 bûyer îstîsmara zayendî ya zarokan bû.