Jelpke: Bila şîrketên paravan ên MÎT'ê werin eşkerekirin
Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke bang li hikumeta federal a Elman kir, ku şîrketên Tirk ên paravan eşkere bike û bes piştgiriyê bide îstîxbarata Tirk.
Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke bang li hikumeta federal a Elman kir, ku şîrketên Tirk ên paravan eşkere bike û bes piştgiriyê bide îstîxbarata Tirk.
Li ser nûçeya me, ku bi sernavê "MÎT karê sîxuriyê yê li Elmanyayê bi rêya şîrketên paravan dike" hefteya bihurî hate weşandin, Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke daxuyaniyek da. Jelpke bang li hikumeta federal a Elman kir, ku şîrketên Tirk ên paravan eşkere bike û bes piştgiriyê bide îstîxbarata Tirk.
Di nûçeya hefteya bihurî ya ANF'ê de, belgeyên şîrketeke paravan a MÎT'ê ya li Elmanyayê, ku di navbera salên 2011-2015'an de xebitî hatibû eşkerekirin.
Di belgeyên navborî de dihate dîtin, ku şîrketa lîmîted "MTG GmbH" şîrketeke paravan e, ku ji aliyê endamên MÎT'ê Mûhammed Taha Gergerlîoglû û Goksel Guler ve hatiye avakirin, ku Gerberlîgolû û Guler di 17'ê Kanûna 2014'an de ji aliyê polîsên Elman ve hatibûn binçavkirin. Eşkere bûbû ku ev şîrket ji bo karên îstîxbaratî bimeşîne hatiye avakirin û tenê li ser kaxiz heye.
'NAVENDÊN BINGEHÎN ÊN MÎT'Ê NE DÎTÎB E, NAVENDÊN WÊ ŞÎRKETÊN PARAVAN IN'
Ev şîrketa navborî, bi sermayeya 25 hezar Euro ya îstîxbarata Tirk, li bajarokê Bad Durkheîmê hatibû vekirin. Endama Meclîsa Federal Ûlla Jelpke 5 belgeyên ku ANF'ê di vê derbarê de weşand, lêkolîn kir û anî ziman, MÎT bi giranî bi rêya şîrketên paravan dixebite. Wekîla Partiya Çep Jelpke, ku yek ji siyasetmedarên Elman e ku karên rejîma AKP'ê yên li Elmanyayê ji nêz ve dişopîne, wiha dewam kir:
"Di nava raya giştî ya Elman de têgihiştineke bi vî rengî afiriye; 'DÎTÎB karê îstîxbarata Tirk dimeşîne'. DÎTÎB tenê li dijî cemaeta Gulen kar dike û li mizgeftan propaganda Erdogan dike.
Rejîma Erdogan karê xwe yê îstîxbaratê ne tenê bi rêya DÎTÎB'ê dimeşîne. Di heman demê de bi rêya şîrketên paravan ên sîxuriyê vî karî dike. Pêwîste ev şîrketên paravan bên eşkerekirin. Ev tevna îstîxbaratî dikare sûcên bi her rengî bike. Divê hikumeta federal bes piştgiriyê bide vî sûcî û têkiliya xwe ya bi îstîxbarata Tirk re bibire."
Nûçeya li ser mijarê:
https://anfkurdi.com/rojane/mIt-kare-sixuriye-ye-li-elmanyaye-bi-reya-sirketen-paravan-dike-81579