Dem; Sibata 2013. Hêzên Daîreyha Krîmînal a Eyaleta Hessenê ya Elmanyayê, li pey sextekarekî Tirk e. Tîmên polîsan li telefona vî şexsî guhdarî dikir. Tirkekî din ê bi navê Ahmet Dûran yuksel, ku li bajarê Wûppertalê buroya xwe ya ger û geştê heye, kete nava vê tora polîsan. Yuksel, di sûcên; bazirganiya narkotîkê û paqijkirina pereyê reş de sûcê xwe heye. Ev şexs di axaftina xwe ya telefonê de ji yekî re timî dibêje 'serok' û 'walî'. Ev xîtaba wî bala polîsan dikişîne.
Yê ku Yuksel jê re dibêje 'serok' Mûhammed Taha Gergerlîoglû ye. Ahmet Dûran Yuksel ê di sala 1956'an de li Tirkiyeyê ji dayik bû û Goksel Guler ê di sala 1981'ê de li Elmanyayê ji dayik bû, timî bi Gergerlîoglû re daxivin û raporê didin wî. Ev yek bû sedem ku polîs tora xwe ya şopandin û guhdarîkirinê berfireh bike.
Ji bo van her sê kesên ku li Elmanyayê tevna îstîxbarata Tirk a ji bo rejîma Erdogan danî, ji gelek bajaran bi rêya Skype, WhatsApp, Tango û Vîberê agahî, wêne û lîsteya navan dihat. Vê tora sîxuriyê bi taybetî Kurd, mûxalîfên rejîma Erdogan dişopand.
Polîsê Elman wê 17'ê Kanûna 2014'an de Gergerlîoglû û Guler li balafirgeha Frankfûrtê, Ahmet Dûran Yuksel jî li Wûppertalê binçav bikira, ji ber sûcê "Li ser axa Elmanyayê tevna îstîxbaratê danîne" derxista pêşberî dadgeriyê û piştre di encama bazariya navbera hikumeta Merkel û rejîma Erdogan de roja 10'ê Mijdara 2015'an de bihatina berdan.
ŞÎRKETA PARAVAN 'MTG' ÇAWA AVA BÛ?
Di 30'ê Kanûna 2011'an de, şîrketeke lîmîted (GmbH) bi hejmara dosyayê ya "HRB 62889" li Dadgeha Hiqûqê ya Sûlhê ya Lûdwîgshafenê qeyd bû. Şîrket sermayeya xwe weke 25 hezaran Euro radigihîne. Ev şîrketa bi navê "MTG GmbH" ku navenda xwe li bajarokê Bad Durkheîm ê bi 25 kîlometreyan dûrî bajarê Mannheîmê ye, armanca xwe wiha eşkere dikir: "Şêwirmendiya ji bo şîrketên biyanî yên di navbera Tirkiye û Elmanyayê de bazirganiyê dikin."
Navê MTG rasthatî nebû. Ev her sê tîp, tîpên destpêkê yên navê Mûhammed Taha Gergerlîoglû bû. Qeyda sicîla bazirganiyê ya vî şîrketê, di 10'ê Tîrmeha 2015'an de li dadgeha herêmî ya Lûdwîgshafenê hate jêbirin. Peymana bingehîn a şîrketê, lîsteya payedarên wê û berfirehiya 5 belgeyên mohra rêveberên şîrketê li binî ye, wiha ne:
BELGEYA YEKEMÎN: Ev belgeya bi îmzeya noterê ya 23'ê Cotmeha 2011'an ji 5 rûpelan pêk tê. Di belgeyê de wezîfeyên desteyên şîrketê û midûrê giştî yê şîrketê Gergerlîoglû tê destnîşankirin. Her wiha li gorî belgeyê, ji bo avabûna şîrketê Gergerlîoglû 12 hezar 500 Euro pere daye. Nîvê vî pereyî 6 hezar 250 Euro weke malê şîrketê tê eşkerekirin.
BELGEYA DUYEMÎN: Ev belgeya 25'ê Cotmeha 2011'an, peymana bingehîn a ji 11 rûpelan e. Di vê belgeyê de armancên damezrandinê yên MTG GmbH tê vegotin. Tê gotin, ku wê şêwirmendiyê ji fîrmayên di navbera Tirkiye û Elmanyayê de şêwirmendiyê dikin. Tê ragihandin, ku sermayeya bingehîn a şîrketê ji 25 hezar Euro pêk tê û du şirîkên wê hene. Li gorî vê yekê Mûhammed Taha Gergerlîoglû û Goksel Guler 12 hezar 500 Euro radizînin. Xalên din ên peymanê jî, ji peymanên şîrketên lîmîdet ên il Elmanyayê derbasdar in, hatine kopykirin û pê ve hatine danîn.
BELGEYA SÊYEMÎN: Ev belgeya li ser damezrandina şîrketê ji aliyê noterê ve hatiye erêkirin, belgeya 25'ê Cotmeha 2011'an e. Di vê belgeyê de ku ji 5 rûpelan pêk tê, agahiyên şexsî yên li ser Gergerlîoglû û şirîkê wî Goksel cih digirin. Tê gotin, ji ber ku Gergerlîoglû bi zimanê Elmanî nizane, bi rêya wergêrekî bi navê îsmaîl Acîs belge jê re hatiye tercûmekirin.
BELGEYA ÇAREMÎN: Ev jî lîsteya peyadaran e ku di 17'ê Tîrmeha 2014'an de noterê mohra xwe daniye binî. Tê destnîşankirin ku hemû malên şîrketê 25 hezar Euro ye û yê Gergerlîoglû ye. Navnîşana Gergerlîoglû ya li Stenbolê û agahiyên li ser nasnameya wî cih digire. Rêjeya 25 hezar Euroyî rewşeke rasthatî nîne. Li Elmanyayê ji bo şîrketeke lîmîted bê avakirin, li gorî hiqûqê herî kêm 25 hezar Euro sermaye jê re divê. Di nava salên 2011-2014'an de sermayeya şîrketê qet zêde nebû. Jİ ber ku armanca xwe ya bingehîn bazirganî nîne, armanc avakirina tevna sîxuriyê ye.
BELGEYA PÊNCEMÎN: Belgeya sîcîla bazirganiyê ya Dadgeha Sûlhê ya Lûdwîgshafenê ye. Şîrketa ku di 30'ê Kanûna 2011'an de qeyda wê hate çêkirin, di 10'ê Tîrmeha 2015'an de qeyda wê hate jêbirin.
AGAHIYÊN JI ALIYÊ GERGERLÎOGLÛ Û EKÎBA WÎ VE HATIN HEVDAN
Ji van belgeyan jî tê fêhmkirin, Gergerlîoglû û ekîba wî ji sala 2011'an û pê ve dest bi kar kiriye. Agahiyên ji aliyê tevna sîxuriyê hatine şandin jî, li şîrketa paravan hatine komkirin, ji vir hatine neqandin û ji Enqereyê re hatine şandin. Gergerlîoglû bi rêya vê şîrketê, bêyî astengiyekê bibîne bi rehetî li Elmanyayê dikare bimîne. Lê belê cihê ku Gergerlîoglû lê dixebite ne tenê Elmanya ye.
Dema ku Gergerlîoglû hate binçavkirin, ji pasaporta wî hate fêhmkirin ku gelek caran çûye Îngilîstan, Erebîstana Siûdî, Misir, Lubnan, Slovenya, Bûlgarîstan, Emaretên Ereb ên Yekbûyî û Yewnanîstanê. Li Elmanyayê jî cihên ku bi taybetî diçûyê Bonn, Bochûm, Stûttgart, Frankfûrt û Koln e.
Gergerlîoglû û ekîba wî di Îlona 2015'an de derketin pêşberî Dadgeha Eyaletê ya li Koblenzê. Dozgeriya federal gilînameyek ji 40 rûpelî amade kir. Dozgeriyê ragihand, ku 4 hezar carî bi telefonê axiviye û hezar ji van axaftinan ji ber karê sîxuriyê yê li Elmanyayê hatine kirin. Di gilînameyê de wezîfeya Gergerlîoglû bi vî rengî dihat vegotin:
"Bersûc Gergerlîoglû, endamekî gerok ê îstîbarata Tirk (MÎT) e. Gergerlîoglû weke endamekî rêveber, tevneke tevlîhev a karê îstîxbaratê yê ne fermî kontrol dike û bi rê ve dibe. Heta ku li Elmanyayê were binçavkirin, gelek çavkanî dît, der barê kesên li van deveran agahî da hevdan, karê sîxuriyê kir. Agahiyên ku kom dikir, ji kesên li sîstema emniyetê ya Tirk re ragihand."
Di gilînameyê d kifş bûbû ku ekîb çiqasî bi berfirehî dixebitî û agahî kom dikir. Di axaftina bi rêya telefonê û nivîsan de polîsên Elman ev agahiyên balkêş ên li ser Kurdan tespît tespît kiribûn:
"- Di 9'ê Nîsana 2014'an de meleyekî bi navê Azîz Ateş ê li DÎTÎB a li Bîelefeldê wezîfedar e, bi rêya WhatsAppê wêneyên xwepêşandakeke Êzidiyan a ji Gergerlîoglû re şand.
- Şirîkê şîrketa paravan a Gergerlîoglû Goksel Guler, roja 9'ê Çileya 2014'an wêneyên xwepêşandana ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Mannheîmê hate lidarxistin, şand.
- Dema Gergerlîoglû hate girtin, li defteke bi wî re hate dîtin, gelek agahî û nav nivîsandî bû. Di vê deftera navborî de agahiya herî zêde balê dikişîne li ser leşkerên Tirk bû. Piraniya van leşkeran jî li Kurdistanê wezîfe dikirin.
ÇIMA GERGERLÎOGLÛ HATE HILBIJARTIN?
Bêguman hilbijartina Mûhammed Taha Gergerlîoglû ji bo karê sîxuriyê li Elmanyayê yê di dema Serokwezaretiya Erdogan de, ne rewşeke rasthatî bû. Kalkê wî Abdûrrahman Efendî jî di serdema Abdulhamît ê 2. de yek ji serşêwirmendan bû.
Gergerlîoglû, di dema sûbaytiya cihgirt a bavê xwe de, di sala 1956'an de li Rihayê ji dayik bû, di sala 1974'an de serokatiya baskê ciwanan ê partiya Mîlî Selamat (MSP) kir. Di sala 1976'an de cih di damezrandina Yekîtiya Talebeyên Tirk a Milî de cih girt û xebitî. Di sala 1977'an de di damezrandina Rêxistina Akincilar de wezîfe kir.
Gergerlîoglû piştî ku li Elmanyayê hate berdan, ji bo Koordînatoriya Saziyên Fermî yên Neteweyî û Navneteweyî û Koordînatoriya Navenda Însiyatîfa Sivîl hate wezîfedarkirin.
ÎRANÊ JÎ LI DIJÎ ŞEREFKENDÎ ŞÎRKETEKE PARAVAN AVA KIRIBÛ!
Sekreterê Giştî yê PDK-Îran Dr. Sadik Şerefkendî û 3 hevalên wî, di 17'ê Îlona 1992'an de li Berlînê bûbûn hedefa komandoyên mirinê yên îstîxbarata Îranê. Tevî Şerefkendî, nûnerê PDK-Î yê li Ewropayê Fattah Abdolî, nûnerê PDK-Î yê li Elmanyayê Homayoûn Ardalan û mûxalîfê Îranî Nûrî Dehkurdî jiyana xwe ji dest da bûn.
Piştre derketibû holê, ku îstîxbarata Îranê ji bo vî karî şîrketeke paravan li Elmanyayê ava kiriye û amadekariyeke berfireh kiriye. Navê vê şîrketa paravan 'Samsam Kala' bû ku bi fermana wezîrê îstîxbaratê yê wê demê Alî Fallahîan ve hate avakirin. Qaşo di navbera Elmanya û Îranê de karê bazirganiyê dikir. Endamên tîma ku sûîqesta Dr. Şerefkendî bikin, li ser navê vê şîrketê di havîna sala 1992'an de hatibûn Berlînê û amadekarî ji sûîqestê re kiribûn.