Îsraîlê balafira Sûriyeyê xist

Îsraîlê balafira Sûriyeyê xist

Îsraîlê balafireke şer a aîdî artêşa Sûriyeyê xist.  Sûriyeyê bûyer piştrast kir û  diyar kir ku ev êrîş piştgiriya ku Îsraîl dide DAIŞ û El Nûsrayê nîşan dide.

Balafira şer a Sukhoî ya aîdî Sûriyeyê, dema li Girên Golan difirî, ji aliyê Îsraîlê ve hate xistin.

Artêşa Îsraîlê der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku balafira ku qada hewayî ya wan binpê kiriye, ji aliyê pergala wan a parastinê ve hatiye xistin.

Rayedarekî Şamê ji televîzyona dewletê re axivî û bûyer piştrast kir. Rayedar got ku ev çalakiya êrîşî ye.

Hat gotin ku çalakiya Îsraîlê rastî dema ku DYA li dijî DAIŞ’ê êrîşa hewayî pêk tîne, hatiye û diyar kir ku ev êrîş piştgiriya Îsraîlê ya ji bo DAIŞ û El Nûsrayê nîşan dide.

Tê gotin ku ev 30 sal e care yekem e ku Îsraîl balafireke aîdî Sûriyeyê dixîne.