Îsa Encû: Ezê leşkeriya vê dewleta qatîl nekim

Îsa Encû: Ezê leşkeriya vê dewleta qatîl nekim

Îsa Encû'yê ku komkujiya Roboskiyê de birayê wî Celal Encû hatibû qetilkirin, diyar kir ku ewê ji artêşa Tirk re leşkeriyê neke. Îsa Encû li ser roja komkujiyê jî wiha axivî: "Ew roj, rojek wisa bû ku li gel çend caran ez li ber derbasbûm jî, lê min dîsa termê birayê xwe nasnekir".

Îsa Encû li gundê Roboskiyê tevî malbatên ku di komkujiyê de xizmên xwe windakiribûn daxuyaniyek da û diyar kir ku ewê neçe leşkeriyê. Endamê Platforma Reda Wijdanê Îbrahim Yaylalî jî tevlî daxuyaniyê bû. Yaylî, di salên 1990'î de, di dema leşkeriya xwe de, ji aliyê PKK'yê ve dil hatibû girtin. Di daxuyaniyê de Encû wiha axivî:

"Hun min ji navê min nas dikin. Ez birayê Celal Encû me ku di qetliyamê de jiyana xwe ji dest dabû. We tenê vê qetliyamê bihist, lê bi salan e dewlet zilmê li me dike, jixwe ev qetliyam jî zilma dawî bû.

Di sala 1993'an de bi darê zorê me ji gundê me derxistin û anîn Taxa Şantiyeyê ya Roboskiyê. Ez wê demê 2 salî bûm. Bavê min girtin binçav û îşkenceyên giran lê kirin. Mirovên me li meydana gund kom dikirin û li wir rastî dijûn û ledana leşkeran dihatin.

Ji me re gotin; eger ji we 40 kes cerdevaniyê qebûl bike emê bihêlin ku hûn ji çadirên xwe yên mîna zindanê bûn, derkevin. Me jî ji neçarî li dijî gelê xwe çekê dewletê wergirt. Ji bo vê ev qetliyama dawî jî dewletê bi zanebûn plan kir. Ew roj, rojek wisa bû ku ez çend caran di ber termê birayê xwe de borim, lê min wî nasnekir."