Îro gel ji bo Roboskiyê li ser piyan bû!

Îro gel ji bo Roboskiyê li ser piyan bû!

Li Dêrsîm, Wêranşar, Serêkaniyê, Dîlok, Pirsus, Bîsmîl, Hezro, Nisêbînê, Lîce, Stenbol, Enqere, Êlih, Erxanî, Semsur, Sêrt, Dortyol û Mêrsînê kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û hikûmeta AKP'ê ji ber ku ji bo kiryaran peyda bike tu gav neavêtin hate şermezarkirin. Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku komkujiya Roboskiyê nadin jibîrkirin û wiha hate gotin: "Di komkujiya Roboskiyê de her tişt li holê ye. Tenê li holê edalet tuneye."

DÊRSÎM: Xwendekarên Zanîngeha Dêrsîmê bi minasebeta salvegera komkujiya Roboskiyê ders boykot kirin. Xwendekarên li ber Fakutleya Endezyariyê hatin cem hev di ketina fakulteyê de pateyê reş daliqandin û pankrata "Em komkujiya Roboskiyê ji bîrnakirin û nadin jibîrkirin" vekirin. Xwendekaran dowîzên "Em Roboskiyê ji bîrnakin û nadin jibîrkirin", "Qoçgirî, Dêrsîm, Gurgum, Çorum, Sévas, Gazî, Roboski", "Roboski qirkirin e" û "Mirovahî careke din li Roboskiyê hate qetilkirin" vekirin û sloganên "Şehîd namirin", "Em dê bi berxwendanê qezenc bikin" û "Qatîl Erdogan" berz kirin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî hate dayîn.

WÊRANŞAR: Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî hate dayîn. Rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de têkildarî mijdarê de pankrat hatin vekirin û slogan hatin berzkirin. Di bîranînê de Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Mahmut Kaya helbesta Ahmet Arîf "Vurulmuşum" xwende.

SERÊKANIYÊ: Rêxistina BDP'ê ya Serêkaniyê ji bi heman armancê li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Ligel BDP'iyan gelek nûnerên saziyan û welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Rêveberê BDP'ê yê navçeyê Mehmet Aydin daxuyanî xwende û diyar kir ku balafir ên dewletêne, bombe ên dewletê ne û yên tên qetilkirin kurd in.

DÎLOK: Komeleya Xwendekarên Demokratîk ên Dîlokê (ADODER) jî bi heman armancê li ber Zanîngeha Dîlokê daxuyanî dan çapemeniyê. Bi sedan xwendekar li ber Fakutleya Înşaatê hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Xwendekaran bi slogan û pankartên têkildarî komkujiya Roboskiyê de berzkirin û vekirin hate ber deriyê ketina zanîngehê meş li dar xistin. Rêveberê ADODER'ê Tahsîn Yalman daxuyanî xwend û diyar kir ku dewletê bi zanebûn komkujî li dar xist û wiha got: "Qetilkirin ji ber ku kesên dibin sedema mirina xelat kirn."

PIRSUS: Li navçeya Pirsusê ya Rihayê ji bi heman armancê daxuyanî hate dayîn. Wekîla Şaredarê Pirsusê Hulya Demîr, Şaredarê Alîgorê Î. Halîl Parildar û gelek kesên din tevlî daxuyaniya li ber avahiya BDP'ê ya navçeyêbûn. Rêveberê BDP'ê yê Pirsusê Tahîr Yavuz Er daxuyanî xwend û diyar kir ku ligel bi ser komkujiyê de salek derbasbû lê heta niha tu tişt nehatiye kirin.

BÎSMÎL: Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê jî bi heman armancê meş û daxuyanî hate dayîn. Girse ji ber Kompleksa Sporê ya Şaredariya Bîsmîlê hate ber Parqa H.Îbrahîm Oruç meş li dar xist. Şaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu, rêveberên BDP'ê û gelek esên din tevlî meşê bûn. Piştî meşê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bîsmîlê Hîzamettîn Azad daxuyanî xwende û diyar kir ku divê rayedarên dewletê ên komkujî pêk anîn ji dayîkên Roboskiyê lêborînê bikin.

HEZRO: Li navçeya Hezro ya Amedê jî bi heman armancê li ber avahiya AKP'ê ya navçeyê daxuyanî hate dayîn. Bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya Hezro hatin cem hev û ber bi avahiya AKP'ê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de sloganên "Bijî serok Apo" û "Şehid namirin" hatin berzkirin. Piştî meşê li ber avahiya AKP'ê ya Hezroyê daxuyanî hate dayîn û rêzgirt pêk hat.

NISÊBÎN: Nûnertiya KESK'ê ya Nisêbînê jî bi heman armancê li Parqa Barişê daxuyanî da. Li ser navê KESK'iyan Abdullah Gokçe daxuyanî xwende û diyar kir ku li gundê Roboskiyê 34 welatiyên sivîl hatin qetilkirin.

LÎCE: Li navçeya Lîceyê ya AMedê jî bi heman armancê meş hate lidarxistin. Meşa li ber avahiya BDP'ê dest pê kir heta Kolana Diyarbakir berdewam kir. Piştî meşê li Kolana Karahasan daxuyanî hate dayîn û pişt re girse careke din heta ber avahiya BDP'ê meşiya.

STENBOL: Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) jî bi heman armancê li ber Edliyeya Stenbolê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê parêzeran Prz. Emîne Şeker, daxuyanî xwende û wiha got: "Kesên di bûyera General Muglali a 33 gule de ji gelê kurd lêborîn xwestin li Roboskiyê 34 welatî qetilkirin. Pişt re kesên komkujî pêk anîn, hatin xelatkirin."

ENQERE: Halkevlerî ji bi heman armancê li ber Deriyê Meclîsê yê Dîkmenê hatin cem hev û kifin li xwe kirin û daxuyanî dan çapemeniyê. Sekreterê Giştî yê Halkevlerî Nurî Gunay, diyar kir ku bi ser komkujiya Roboskiyê de salek derbasbû lê kesên eleqeya wan bi komkujiyê heyî dernexistine holê.

EDENE: Şaxa Komeleya Hiqûqûnasên Hemdem (ÇHD) a Edene jî bi heman armancê li ber Edliyeya Edene daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de parnakrata "Em ji bo Roboskiyê şînê nagirin em hesabê dipirsin" vekirin. ÎHD, KESK, HDK û KURDÎ-DER'ê jê piştgirî dan daxuyaniyê. Rêvebera ÇHD'ê Turkan Eşlî, diyar kir ku bi ser komkujiya Roboskiyê de salek derbasbû û lê hêj kiryar nehatin darizandin. Eşlî, bal kişand ser daxuyaniyên Serokwezîr û hikûmetê yên piştî komkujiyê û wiha got: "Lê hêj Serokwezîr daxuyaniyên sosret ên weke 'ew hemû sivîl bûn an na dê di lêpirsînê de bên dîtin' dike."

ÊLIH: Li Êlihê di pêşengiya Palatforma Demokrasiyê ya Êlihê, bi minasebeta salvegara komkujiya Roboskiyê li ber Parqa Ataturk daxuyaniya çapemeniyê hate li darxistin. Di çalekiyê de Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Endamê PM’ê yê BDP Nezîr Gulcan, tevkarên Platformê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, rêveberên BDP’ê yên ku dorveger nobetê digirin, rêveber û endamên BDP’ê yên bajêr, navçe û bajarokan û bi hezaran kes amade bûn. Di çalekiyê de pankarta “Ji rojan îro Roboskiye me ji bîr nekir, em nakin û nadin jî bîr kirin” hate vekirin û wêneyên 34 welatiyên kurd hate hildan. Girsê bê navber sloganên “Qatîl dewlet dê hesap bide” û “Kurdîstan dê ji bo faşîstan bibe goristan” berz kirin. Li ser navê girseyê û platformê Serokê Şaxa Egitim Sen’ê ya Êlihê Bulent Hatun daxuyanî xwend.

ERXENÎ: Rêxistina BDP'ê ya Erxenî ji bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Bi sedan kesên tev li daxuyaniyê bûn bi slogan û pankartên xwe komkujî şermezar kirin. Serokê BDP'a Erxeniye Mehmet Yergin, daxuyanî da û komkujiya Roboskiyê û hikûmeta AKP'ê şermezar kir.

SEMSÛR: Xwendekarên Zanîngeha Semsûrê jî bi heman armancê komkujî şermezar kir. Xwendekaran di çalakiyê de pankarta "Em li hemberî mirinê bêdeng namînin, Em Roboskiyê ji bîr nakin" vekirin û slogan berz kirin. Li ser navê xwendekaran Muzeyyen Tabanci daxuyani xwend û komkujî şermezar kir. Tabanci xwest hesap bê pirsîn û komkujî bê ronîkirin.

SÊRT: Li Zanîngeha Sêrtê jî bi sedan xwendekarên ku li Kampusa Zanîngeha Sêrtê kom bûn komkujiya Roboskiyê şermezar kirin. Xwendekaran pankart û dowîzên "Me ji bîr nekir û em dê ji bîr nekin" vekirin û komkujî şermezar kirin. Xwendekaran di çalakiyê de bê navber slogana "Şehit namirin" berz kirin. Li ser navê xwendekaran Selami Esen, daxuyanî da û komkujî şermezar kirin.

DOTRYOL: Li navçeya Dortyolê ya Hatayê jî Rêxistina BDP'ê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Hatayê Mehmet Însan daxuyanî da û xwest hesap bê pirsîn.

MÊRSÎN: Li Mêrsînê jî endam û rêveberên BDP'ê li Parka Aştiyê ya Akdenîza Mêrsîne bi girseyî daxuyanî dan çapemeniyê. Beriya girse daxuyaniyê bide polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA yan derdora girsê dorpêç kir rewşa awarte ava kir. Polîsên hêzên çevîk ku hêzek mezin li qadê kom kirin destûr neda ku Rêxistina BDP'ê li Parka Aştiyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Girseya ku xwest daxuyaniyê bide û rastî astengiya polîsan hat, heta avahiya BDP'ê ya Akdenizê meş pêk anî. Girsê posterê Parlamenterê kurd ê Amedê Şerafettin Elçî û potê reş bi avahiya BDP'ê vekirin û li vir daxuyanî dan. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Akdenîzê Emin Uslu, komkujî şermezar kir û anî ziman ku ew dê hesapê komkujiyê bipirsink.