Irmak: Kurd winda bike wê mirovahî winda bike
Irmak: Kurd winda bike wê mirovahî winda bike
Irmak: Kurd winda bike wê mirovahî winda bike
Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Selma Irmak diyar kir ku li Kobanê gef bi tenê li Kurdan nayê xwarin û got, "Eger li Kobanê Kurd winda bikin, di serî de gelên Rojhilata Navîn wê tevahiya mirovahî winda bike."
Bi dijwarbûna êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê re, Parlamenterên HDP'ê Kemal Aktaş, Sebahat Tûncel û endama berê ya parlamenta Ewropayê Feleknas Ûca li ber navenda Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Swîsre Cenevreyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Hevseroka KCD'ê Irmak der barê rewşa li Kobanê de ji ANF'ê re axivî.
Irmak ku çend roj berê bi heyetê re li Kobanê rewş li cih şopand anî ziman ku li bajêr berxwedaneke mezin heye û got, "Bila her kes piştrast be, Kurd ên di sedsala 21'an de fermana komkujiyê li ser rabûye bi tena serê xwe jî bimîne, wê li hemberî DAIŞ'ê winda neke."
YÊN BÊDENG BIMÎNIN, WÊ JI BO ME HEVPARÊN KOMKUJIYÊ BIN
Irmak da zanîn ku di serdana xwe ya li Kobanê de wan dîtine, gelê li wir bi hêviyeke mezin destekê dide berxwedanê û destnîşan kir ku Rojava ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya gelan li dijî DAIŞ'ê şer dike. Irmak ragihand ku Kurd li dijî rêxistineke dijminê mirovahiyê ku bûye belayê serê cîhanê, bi tena serê xwe şer dike û diyar kir ku eger li Kobanê komkujiyek bê jiyîn, ne tenê DAIŞ wê her kesên li pêşberî vê rewşê bêdeng in sûcdar bên dîtin. Irmak da xuyakirin ku ji bo ev hemû neyên jiyîn, ji bo dengê Kobanê bidin bihîstin ew li ber navenda cîhanê ne û got, "Bila baş were zanîn, eger Kurd winda bike wê mirovahî winda bike."
TIRKIYE DIXWAZE DAIŞ'Ê LI CEM XWE BIBÎNE
Irmak ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê bi hêsanî di ser Tirkiyeyê re derbas dibin û destnîşan kir ku êrîşa li hemberî gel a li ser sînor nayê qebûlkirin. Irmak anî ziman ku Tirkiye, li şûna Kurdên bi sedan salane pê re dijî, rêxistina terorê DAIŞ'ê tercîh dike û got, "Bila vê baş zanibin, eger Kobanê têk biçe ew hêza wan xwedî kirine, wê li ser serê wan bibe bela." Irmak da zanîn ku Tirkiye bi polîtîkaya derbasbûna li ser sînor re dixwaza Kobanê vala bike û destnîşan kir ku Tirkiye bi awayekî zelal dixwaze li kêleka xwe DAIŞ'ê bibîne.
PÊWÎSTE HER KES JI BO KOBANÊ SEFERBER BIBE
Irmak da xuyakirin ku hewl tê dayîn bi çekên giran û hêzeke mezin ji sê aliyan ve dor li Kobanê bê girtin û bi taybetî destnîşan kir ku YPG û YPJ bi çekên di destê xwe de li ber xwe didin. Irmak di serî de gelê Kurd bang li her kesî kir ku ji bo Kobanê seferber bibin. Irmak da xuyakirin ku banga çend roj berê ya Serokê Kurdistana Federal Mesût Barzanî girîng e û destnîşan kir ku divê bi tenê bi bangê re bisînor nemînin.