Iraq naxwaze DAÎŞ'iyên Ewropî darizîne
Hikumeta Iraqê darizandina DAÎŞ'iyên Ewropî red dike.
Hikumeta Iraqê darizandina DAÎŞ'iyên Ewropî red dike.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mûhammed Alî El Hakîm ji rojnameya NRC Handelsblad a Hollandayî re axivî û diyar kir, qanûnên Iraqê rê nadin ku DAÎŞ'iyên Ewropî yên ji kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine anîn darizîne.
El Hakîm diyar kir ku Iraq tenê dikare DAÎŞ'iyên welatiyê Iraqê darizîne û got, "Em berpirsyariya welatiyên xwe, hevser û zarokên wan hildidn ser milê xwe."
El Hakîm destnîşan kir ku divê welatên Ewropayê jî heman tiştî bikin û got, "Pêşniyara me ya li wan bi vî rengî ye."
Wezîrê Karên Hundir ê Belçîkayê Pîeter De Crem di destpêka meha Cotmehê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku DAÎŞ'iyên biyanî li devera ku sûc kirine divê bên darizandin û bal kişandibû ser Iraqê.
Her wiha Danîmarka, Hollanda, Fransa, Norwêc, Swêd û Îngilistan jî piştgiriya vê pêşniyarê dikin.