Îranê hewldana Rûsyayê erênî dît
Îranê hewldana Rûsyayê erênî dît
Îranê hewldana Rûsyayê erênî dît
Pêşniyara Rûsyayê ya der barê ku bila Sûriye çekên xwe yên kîmyewî bike bin kontrola navntewî, ji aliyê Îranê ve erênî hat dîtin.
Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Marzîeh Afgham, di civîna çapemeniyê ya hefte de ne got: “Komara Îslamî ya Îranê hewldana Rûsyayê ya ji bo pêşî li mudaxaleya leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê bigire, erênî dibîne.
Afgham da zanîn ku ew dixwazin herêma wan ji hemû çekên îmhayê rizgar bibin û got divê ev hewldan çekên kîmyewî yên destê muxalîfan jî hedef bigire.
Berdevk wiha got: “Me fikarên xwe berê jî anîbûn ziman. Ev hewldan divê komên çekdar jî bihundirîne.”
Wezîrê karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf jî çend roj berê daxuyaniyek da û di nameya ku şandin ji hikûmeta Amerîkayê re diyar kiribû ku komên terorîst çekên kîmyewî dibe Sûriyeyê.
Îtîfaqê Sûriyeyê, Îran îdia dike ku çekên kîmyewî ne ji aliyê Esad ve ji aliyê komên çekdar ve tên bikaranîn.