Îranê di nava hefteyekê de 39 kes bi darve kir
Îranê di nava hefteyekê de 39 kes bi darve kir
Îranê di nava hefteyekê de 39 kes bi darve kir
Li Komara Îslamê ya Îranê, hat ragihandin ku ji 21'ê Tebaxê û vir ve herî kêm 39 kes hatine bi darve kirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a aktîvîstên mafên mirovan Hrana, ji 21'ê Tebaxê û vir ve li girtîgehên Recayî Şahr û Kerec'ê 11, li Kûm'ê 5, li Ûrmiye'yê 5, li Erek'ê 5, li Ardebil'ê 4, li girtîgeha navdar a Ahwaz'ê Karûn 4, li girtîgeha Wekîlava ya Maşad'ê 2, li Tebrîz û Hendîcan'ê 2, li Waramîn'ê kesek hatin darve kirin. Li gorî Hrana li 5 kesan jî cezayê darvekirinê hat dayîn.
Piraniya mehkûmên darvekirinê, bi tawanbariyên "bikaranîna madeyên narkotîkê" û "bazirganiya narkotîkê" tên cezakirin. Lê belê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û saziyên civaka sivîl diyar dikin ku cezayê mirin û darvekirinê, pêşî li van gunehan nagirin.
Îran, ji bo trafîka narkotîkê ya ji Efganîstanê ber bi Ewropa û Rojhilata Navîn ve, rêgeheke girîng e. Îran bi xwe jî yekser dikeve bin bandora narkotîkê. Li gorî texmînên fermî, li welatê xwedî nifûsa ji 75 milyonî, 2 milyon mirov madeyên narkotîkê bikar tînin û 400 hezar ji van jî eroînman in. Lê belê li gorî çavkaniyên mûxalîf, hejmara mirovên madeyên narkotîkê bikar tînin, zêdeyî 11 milyon e. Li gorî hin çavkaniyan hînê 6 heta 9 milyon mirov ji bo karibin xwe ji narkotîkê rizgar bikin, pêwistiyê bi dermankirinê dibînin. Der barê hejmara mirovên bi narkotîkê ve girêdayîne jî, bîlançoyeke zelal nîne.
Îran, piştî Çîn, Erebîstana Siûdî û DYE yek ji welatên ku herî zêde li darvekirin tê kirin e. Li gorî qanûnên şerîetê, kuştin, destavêtin, diziya bi çekan, bazirganiya narkotîkê û zîna dibin sedema cezayê darvekirinê. Piraniya mehkûmên tên darvekirin, tê gotin yên bazirganiya narkotîkê kirin e.
Li gorî Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) zêdeyî 500 kes li girtîgehan an jî li pêşberî raya giştî hatin darvekirin. Neteweyên Yekbûyî tespît kir ku di sala 2011'an de li vî welatî 670 bûyerên darvekirinê rû dane. HRW û rêxistina bi navê Harm Reduction International (HRI) bi daxuyaniyeke hevpar aşkera kirin ku di navbera salên 2010-2011'an de rejîma Îranê ji ber bazirganiya narkotîkê û bikaranîna madeyên narkotîkê zêdeyî 1000 kes bi darve kiriye. Tê gotin ev hejmar li gorî salên bihurî 3 qat zêde bûye.
Her du rêxistinan dan xuyakirin ku bi tenê di sala 2011'an de herî kêm 600 kes hatine darve kirin û ragihandibûn ku ji sedî 80'yî van darvekirinan ji ber tawanbariyên narkotîkê ne.